11:11 23 Tebax 2017
Zindî
    Kerkûk

    Parlamentara Iraqî: Bila referandûma girêdana Kurdistanê bi Iraqê ve bê kirin

    © Sputnik/ Dmitriy Vinogradov
    Iraq
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (169)
    0 14340

    Parlamentera Îtîlafa Dewleta Yasa ya bi ser Nurî Malikî ve Aliye Nuseyf ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî guh nade daxwazên hikûmeta Iraqê.

    'DIVÊ HÊZÊN PÊŞMERGE JI KERKÛK, DIYALA Û NÎNOWAYÊ VEKIŞIN'

    Aliye Nuseyf di daxuyanîyeke xwe de got, Barzanî guh nade daxwazên hikûmeta Iraqê yên vegera Pêşmerge ya sînorên berî sala 2003an û daxwaz kir, hêzên xwe ji Kerkûkê û navçeyên parêzgehên Diyale û Nînowayê bikişînin û vegerin Hewlêr, Silêmanî û Duhokê.

    'DOZA TERORÊ LI HEMÛ KOÇBERÊN SÛNNÎ HATIYE VEKIRIN'

    Nuseyf diyar kir, koçberên erebên sûnnî ku ji ber DAIŞê derbasî Herêma Kurdistanê bûne, hemû derketine derveyî yasayan û ji aliyê dadgehan ve ji madeya terorê doz li hember wan hatiye vekirin.

    'BILA REFERANDÛM LI SERANSERÊ IRAQÊ BÊ KIRIN'

    Aliye Nuseyf ku bixwe endama partîya Baas a dema Seddam Husên bû û herwiha daxwaz kir ku referandûm li seranserê Iraqê bê kirin û hemwelatiyên Iraqê biryarê bidin ka herêma Kurdistanê li ser sînorê Iraqê bimîne yan nemîne.

     

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (169)

    Bi heman mijarî:

    Ji Amerîkayê bo Siûdî hişyarîya terorê
    Baydemir: Me Mala Cemê çênekira dê laîkbûna Tirkiyê zirar bidîta
    ‘Rûsya û Amerîka ji bo Sûriyeyê hevdîtinên veşartî dikin'
    Lixwekirina formayê Barcelonayê bû 15 sal ceza
    Artêşa Sûriyeyê gihîşte herêma Tanfê ya sînorê Iraqê
    Etîketan:
    Kurdistan, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de