20:42 24 Îlon 2017
Zindî
    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî

    Ebadî: Em li benda serdana Barzanî ne

    © AP Photo/ Adam BERRY
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 2441

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand ku ew li bendê ne şandeyeke Herêma Kurdistanê di bin serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de serdana Bexdayê bike. Nêçîrvan Barzanî jî eşkere kir ku tarîxa serdanê diyar nekirine.

    Piştî civîna heftane ya Encumena Wezîran Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî civîna çapameniyê li dar xist.

    Ebadî got: "Em li bendê ne ku şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê di bin serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî serdana Bexdayê bike û wê demê em dê li ser rêkevtina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Rossneftê gotûbêjan bikin."

    ‘DEM BO SERDANÊ NEHATIYE EŞKEREKIRIN'

    Li ser heman mijarê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi daxuyaniyekê eşkere kir ku "Ti demek ji bo serdana wan bo Bexdayê nehatiye diyarkirin. Lê amadene serdana Bexdayê bikin û li gel wan li hev bikin."

    Heyder Ebadî amaje bi giringiya hemahengiya navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê jî kir û da xuyakirin ku eger hemahengî di navbera Hewlêr û Bexdayê de nebûya, Mûsil nedihat kontrolkirin.

    Ebadî li ser kontrolkirina Mûsilê û bandora wê yekê li ser Kurdistanê û Iraqê jî axivî û got: "Piştî kontrolkirina Mûsilê niha hem ewlehiya Herêma Kurdistanê zêdetir kiriye û hem jî îstîqrareke baş vegeriyaye Bexdayê."

    Bi heman mijarî:

    Ebadî bersiv da îdiayên paşxistina hilbijartinan
    Heyder Ebadî serdana Mûsilê kir
    Ebadî: Li Şingalê hêzeke ji artêşa Iraqê û Pêşmerge tê avakirin
    Ebadî: Hêzên Pêşmerge beşdarî operasyona Hewîceyê dibin
    Serokwezîrê Iraqê Ebadî hîşyarî da Tirkiyeyê
    Etîketan:
    rêkeftin, şande, serdan, Nêçîrvan Barzanî, Heyder El Ebadî, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de