14:30 19 Îlon 2017
Zindî
    Artêşa Iraqê - operasyon - mûsil - iraq

    Artêşa Iraqê piştî kontrolkirina Mûsilê operasyon dê li Enbarê bide destpêkirin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 3350

    Operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê ya Iraqê ji DAIŞê ber bi dawîbûnê ve diçe. Hate ragihandin ku Artêşa Iraqê piştî rizgarkirina Mûsilê dê operasyona rizgarkirina Enbarê ku li ser sînorê Urdun û Sûriyeyê ye operasyon bide destpêkirin.

    Hikmet Durgun

    Artêşa Iraqê di operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê gelek serkerftinan bi dest dixe. Artêşê di meha Berfanbara 2016an de rojhilatê Mûsilê bi temamî ji DAIŞê rizgarkiribû û niha jî hewl didin rojavayê bajêr ji DAIŞê kontrol bike.

    TENÊ 3 TAX DI BIN KONTROLA DAIŞê DE MANE

    Taxa Rabîayê ya Mûsilê ji DAIŞê hat rizgarkirin û heta niha 50 tax li rojavayê bajêr ji DAIŞê hatine standin. Tenê taxên Şîfa, Zincîlî û Mûsila kevn bi din kontrola DAIŞê de mane û li wan taxan jî şerên dijwar diqewimin.

    Fermandarê Heşdî Şebî Elî Haşîm Huseynî derbarê mijarê de ji Sputnikê re axivî.

    ‘ENBAR CIHEKE STRATEJÎK E'

    Huseynî ragihand ku operasyona rizgarkirina Mûsilê ber bi dawîbûnê ve dîçe û tenê 3 tax di bin kontrola DAIŞê de mane û got: "Piştî rizgarkirina Mûsilê ji rêxistin a terorîst DAIŞê dê Artêşa Iraqê û hêzên Heşdî Şebî bo rizgarkirina bajarê Enbarê ji DAIŞê operasyon bidin destpêkirin. Enbar ciheke gelek girîng e. Ji ber li ser sînorê Urduneyê ciheke stratejik e. Enbar ji bo ku li ser sînorê Urdun û Sûriyeyê ye gelek girîng e. Bajarê Enbarê cihekî gelek mezin e. Ji aliyê erdê ve, sedî 40ê axa Iraqê pêk tê."

    Enbar nêzî Bexdayê paytexta Iraqê û dikeve rojavayê welêt û ji sala 2014an vir ve di bin kontrola DAIŞê de ye.

    Bi heman mijarî:

    Li Mûsilê ‘xêlî' hat qedexekirin
    Hevalê Qasim Silêmanî û berpirsê leşkerî yê Hizbullahê li Mûsilê hat kuştin
    Li Mûsilê hovîtiya DAIŞê: 34 sivîl hatin kuştin
    Heyder Ebadî serdana Mûsilê kir
    Artêşa Iraqê qonaxa dawî bo kontrolkirina Mûsilê dan destpêkirin
    Artêşa Iraqê bo kontrolkirina tevahiya Mûsilê amadekariyên xwe temam kirin
    Etîketan:
    DAIŞ, operasyon, Sputnik, Elî Haşîm Huseynî, iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de