00:58 23 Çile 2018
Zindî
    Artêşa Iraqê

    'Em ê du cejnan bi hev re pîroz bikin'

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 50

    Operasyona kontrolkirina Mûsilê ji DAIŞê ku Artêşa Iraqê dabû destpêkirin dewam dike. Fermandarê Heşda Şebî Elî Haşîm Huseynî ji Sputnikê re axivî û ragihand ku tenê 4 tax di bin kontrola DAIŞê de mane û di demek nêz de jî dê temamiya Mûsilê kontrolkirin.

    Hikmet Durgun

    Milîtanên DAIŞê
    © AP Photo/ AP Photo via militant website, File
    Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên Artêşa Iraqê hatin wergirtin, operasyona kontrolkirina Mûsilê ji aliyê Artêşa Iraqê ve bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Artêşa Iraqê di meha berfanbarê de rojhilatê Mûsilê ji DAIŞê standibû, niha jî hewl dide rojavayê Mûsilê kontrol bike. Herwiha rêxistina DAIŞê jî bi wesayîtên bombebarkirî û mayinan li bajêr li hemberî operasyonan li ber xwe dide. Artêşa Iraqê ji ber ku DAIŞê sivîlan ji xwe re dikin mertal, bi tevdîr tevdigere. Artêşa Iraqê bi daneyên ku ji hewan ve hatin belavkirin, ji sivîlan daxwaz kirine ku bajêr biterikînin.

    ŞERÊN DIJWAR LI TAXAN DIQEWIMIN

    Bi kontrolkirina taxa Babîa yê, taxên ku ji DAIŞê heta niha li rojavayê Mûsilê hatine standin gihîştin 49an û tenê 4 taxên bi navê Şîfa, Zincîlî, Kamûzlû û Mûsila kevn di bin kontrola DAIŞê de mane. Herwiha şerên li wan taxan jî berdewam e.

    Fermandarê Heşda Şebî Elî Haşîm Huseynî ku beşdarî Operasyona Mûsilê bûye ji Sputnikê re axivî.

    ‘EM Ê DU CEJNA BI HEV RE PÎROZ BIKIN'

    Haşîmî eşkere kir k udi operasyona Mûsilê de gelek pêşve çûne û got: "Em wek Heşda Şebî û Artêşa Iraqê dixwazin DAIŞê ji taxên rojavayê Mûsilê derxin. Tenê 4 taxên rojavayê Mûsilê di bin kontrola DAIŞê de mane. Niha li wan taxan şerên dijwar diqewimin. DAIŞ di şer de windahiyên mezin didin. Hindik maye Mûsil bi temamî bê rizgarkirin. Ez hevî dikim ku em Cejna Remezanê û serkeftina Mûsilê bi hev re pîroz bikin. Di demek nêz de Mûsil ji DAIŞê dê paqij bikin."

    Haşîmî destnîşan kir ku li Mûsilê mîlîtanên DAIŞê yên biyanî mane û wiha pê de çû: "Li Mûsilê hejmerek kêm DAIŞ mane. Mîlîtanên ku ji Ewropayê hatine, li bajêr mane. DAIŞê sivîlan ji xwe re dikin mertal û sivîlan dikujin."

    Herwiha Haşîmî diyar kir ku mîlîtanên DAIŞê ji Mûsilê ber bi Hewîceyê ve direvin.

    Bi heman mijarî:

    Heyder Ebadî serdana Mûsilê kir
    Artêşa Iraqê qonaxa dawî bo kontrolkirina Mûsilê dan destpêkirin
    Artêşa Iraqê bo kontrolkirina tevahiya Mûsilê amadekariyên xwe temam kirin
    ‘Lavrov û Barzanî dê li ser operasyona Mûsilê biaxifin'
    Artêşa Iraqê bo rizgarkirina Mûsilê: Em hatin qonaxa dawî
    Zarok li mûsilê ji tunebûna xwarinê perîşan in
    Etîketan:
    kontrol, tax, DAIŞ, Sputnik, Elî Haşîm Huseynî, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de