05:55 20 Çile 2018
Zindî
    Artêşa Iraqê - Felluce

    Li dijî noqteya leşkerî êrişa xwekujî: 5 kuştî û 11 birîndar

    © REUTERS/ THAİER AL-SUDANİ
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 52

    Hat ragihandin ku li navçeya Hît a Enbara Iraqê piştî nimêja terawihan êrişa xwekujî pêk hat, di êrişê de herî kêm 5 hatin kuştin û 11 kes jî birîndar bûn.

    Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehî yên herêmê hatine wergirtin, piştî qedandina nimêja terawihan xwekujekî êrişî noqteyeke leşkerî ya artêşa Iraqê kir. Di dema teqînê de ji ber nimêja terawihan pir qelebalix bû û di teqînê de serbazekî bilind û rojnamevanek jî di nav de herî kêm 5 kes hatin kuştin û 11 kes jî birîndar bûn.

    Di êrişa xwekujî de nûçegihanê ciwan ê kanala Asia ya peykê ku li Iraqê weşanê dike Suheyp Yusuf El Hîtî jiyana xwe ji dest da û rojnamevanê bi navê Vemith El Iraqî jî bi giranî birîndar bû. Rêxistina terorîst a DAIŞê berpirsyariya êrişê girte ser xwe.

    Bi heman mijarî:

    DAIŞî ji gundên êzidî yên li Iraqê ber bi Sûriyeyê ve direvin
    Li Iraqê êrîşa xwekujî: Herî kêm 4 kes mirin
    Bedew a Iraqê li Bexdayê hat hilbijartin
    Wezîrê Iraqê daxwaza kêmkirina petrola Kurdistanê kir
    Amerîkayê bi bihayê 1 mîlyar dolarî çek li Iraqê ‘winda' kirin
    Etîketan:
    Li dijî noqteya leşkerî êrişa xwekujî, Vemith El Iraqî, Suheyp Yusuf El Hîtî, Enbar, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de