02:04 26 Sibat 2018
Zindî
    Artêşa Iraqê - operasyon - mûsil - iraq

    Artêşa Iraqê qonaxa dawî bo kontrolkirina Mûsilê dan destpêkirin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 30

    Qonaxa dawîn a operasyona kontrolkirina taxên rojavayê Mûsilê dest pê kir. Hate ragihandin ku hêzên iraqî ji sê aliyan ve êriş dane destpêkirin.

    Fermandarê Hêza Dije Terorê ya Iraqê Ferîq Rukin Ebdulxenî Esedî da xuyakirin ku ji seat 06.00 sibeha Îro hêzên Iraqî ji sê aliyan êrişî ser taxên Şîfa, Zencelî, Sehe kirine.

    Ebdulxenî Esedî di heman demê de eşkera kir ku niha tenê çend tax di bin kontrola DAIŞê de mane û ji bilî teslîm bûn yan kuştinê çi bijardeyek din li pêşiya DAIŞê nemaye.

    Hate eşkerekirin ku DAIŞê hejmareke zêde otomobîlên bombekirî bo teqandinê amade kirine.

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Iraqê bo kontrolkirina tevahiya Mûsilê amadekariyên xwe temam kirin
    Ebadî: Li Şingalê hêzeke ji artêşa Iraqê û Pêşmerge tê avakirin
    Artêşa Iraqê bo rizgarkirina Mûsilê: Em hatin qonaxa dawî
    Artêşa Iraqê: Bexdadî milîtanên xwe li cih hiştin û reviya
    Artêşa Iraqê li Mûsilê cepheyeke nû vekir
    Etîketan:
    qonax, dawî, kontrol, DAIŞ, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de