17:49 22 Sibat 2018
Zindî
    Artêşa Iraqê

    Artêşa Iraqê bo kontrolkirina tevahiya Mûsilê amadekariyên xwe temam kirin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 30

    Hate ragihandin ku Hêzên ewlekariya Iraqê li rojavayê Mûsilê bo 3 taxên ku di bin kontrola DAIŞê de ne, rizgar bikin amadekariyên xwe temam kirine.

    Berdevkê Hêzên Dij Terorê ya Iraqê Seba Numan diyar kir ku hêzên Iraqî bi temamî xwe amade kirine ku tevahiya bajarê Mûsilê kontrol bikin, û niha bi tenê 3 taxên aliyê rastê yê bajarê Mûsilê mane, ku di bin destên terorîstên DAIŞê de ne.

    Sebah Numan eşkere kir ku zanyariyên di derbarê hejmara terorîstên DAIŞê de li nav tax û navçeyên girêdayî Mûsilê hene, tine ne.

    Numan got: "DAIŞ zêdetir pişta xwe bi xwekujan ve girê dide û welatiyên sivîl jî wek mertalên zindî ji xwe re bikar tîne."

    Bi heman mijarî:

    Ebadî: Li Şingalê hêzeke ji artêşa Iraqê û Pêşmerge tê avakirin
    Artêşa Iraqê bo rizgarkirina Mûsilê: Em hatin qonaxa dawî
    Artêşa Iraqê: Bexdadî milîtanên xwe li cih hiştin û reviya
    Artêşa Iraqê li Mûsilê cepheyeke nû vekir
    Artêşa Iraqê li Mûsilê bi çekên DAIŞê şerê DAIŞê dike
    Etîketan:
    amadekarî, DAIŞ, kontrolkirin, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de