10:16 13 Kanûn 2017
Zindî
    heşdî şabî-şebî-mûsil

    Di êrişa xwekujî de yek jê generalek 6 leşker hatin kuştin û 15 jî birîndar bûn

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 20

    Li gorî zanyariyên berdest, rêxistina terorîst a DAIŞê li bajarê Diyalayê êrişî baregeha leşkerî ya Iraqê kir. Di êrişê generalek û 5 leşkerên artêşa Iraqê hatin kuştin.

    Rêxistina terorîst a DAIŞê li bajarê Diyalayê êrişî baregeha leşkerî ya Iraqê kir. Li agahiyên ku ji herêmê hatine wergirtin di êrişê de fermandarê baregehê generalek jî di nav de û 6 leşkerên artêşa Iraqê hatin kuştin û zêdetirî 15 leşkeran jî birîndar bûn. Li gorî rayedarên fermî dibe hejmara kuştiyan zêde bibe.

    Berdevkê saziya ewlehî ya Diyalayê Felah el Temimî di daxuyaniya xwe de ragihand ku roja notirvaniya baregehê dihate kirin 2 terorîstên DAIŞî ketin nava baregehê û êrişa xwekujî pêk anîn.

    Heta niha tu kes an jî rêxistinan berpirsyariya êrişê negirtiye ser xwe, lê li gorî saziya ewlehî ya Diyalayê êriş ji terefê milîtanên DAIŞê ve hatiye kirin. Li gorî zanyariyan di êrişê de ji xeyrî kuştina 5 leşker û 15 birîndaran, Fermandarê Tabura 10emîn generalek jî hatiye kuştin lê navê wî nehat dayîn. Piştî êrişê artêşê li herêmê qedexeya derketina derve ragihand.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Li Mûsilê krîza birçîbûnê: Însan ji tunebûnê goştê pisîkan dixwin
    Zarok li mûsilê ji tunebûna xwarinê perîşan in
    Li navçeya Necar a Mûsilê 3 jinên êzidî hatin rizgarkirin
    Hêzên Iraqê taxa Rebîe ya Mûsilê kontrol kir
    Li Mûsilê 3 Kurdên êzidî hatin rizgarkirin
    Etîketan:
    Yek jê general 5 leşker hatin kuştin, Rêxistina terorîst a DAIŞê, Felah el Temimî, Diyala, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de