11:43 21 Hezîran 2018
Li Bexdayê teqîn

Li Bexdayê êrişa terorî: 11 kuştî û 20 birîndar

© REUTERS / Alaa Al-Marjani
Iraq
Lînkê kurt
0 30

Li Bexdayê xwekujan bi 2 wesayîtên bombebarkirî êriş kirin, li gorî zanyariyên berdest di encama êrişê de 11 kes hatin kuştin û 20 kes jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeya Kurdistan24ê ku dispêre çavkaniyên ewlehî yên Bexdayê, li navçeya Ebû Dişir ku dikeve başûrê Bexdayê bi 2 wesayîtên bombebarkirî êrişên xwekujî pêk hatin û di êrişan de herî kêm 11 kesan jiyana xwe ji dest da û zêdetirî 20 kes jî birîndar bûn.

Di berdewamiya nûçeyê de hat ragihandin ku di nava birîndarên ku rakirine nexweşxaneyê de yên giran hene û ji bo wê dibe hejmara miriyan zêdetir bibe.

Hêjayî gotinêye ku ev demeke li bajarê Bexda yê Iraqê êrişên xwekujî û terorî rawestiya bûn.

Bi heman mijarî:

Li Şirnexê teqîn: Leşkerên birîndar hene
Li Bexdayê teqîn: 6 kesan can da 13 kes birîndar bûn
Di depoya çekan a YPGê de teqîn: birîndar hene
Li Meksîkayê di depoya fîşekên hewayî de teqîn: 14 kuştî û 22 birîndar
Li Şemzînanê teqîn: 3 leşkerên tirk birîndar bûn
Etîketan:
11 kuştî û 20 birîndar, Li Bexdayê êrişa xwekujî, Bexda, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de