19:48 22 Hezîran 2018
heşdî şabî-şebî-mûsil

Çekdaran êrişî parlamenterê kurd kirin

© Sputnik / Hikmet Durgun
Iraq
Lînkê kurt
0 45

Hat ragihandin ku çekdarên rêxistina Heşdî Şebî li Mûsilê êrişî parlamenterekî kurdê şebek kirin.

Li gorî nûçeya BasNewsê, parlamenterê kurd û nûnerê kurdên şebek li parlamentoya Iraqê Salim Şebek ragihandiye ku li deşta Nînova rastî êrişa komek çekdarên Heşdî Şebî hatiye.

Li gorî daxuyaniya Salim Şebek çekdarên Heşdî Şebî êrişî wî kirine û li wî dane. Wî parlamenterê kurd behsa sebeba lêdanê nekiriye lê ragihandiye ku dê li dijî wan çekdaran li dadgehê gilî bike.

Çekdarên ku li wî parlamenterê kurd dane di nava rêxistina Heşdî Şebî de wekî ‘Heşdî Şebekî' têne nasîn ku piranî ji kurdên şîe yên şebek pêk hatine. Kurdên şebek li deşta Nînovayê dijîn û piraniya wan jî şîe ne.

Bi heman mijarî:

John Dorrian: Li Mûsilê 300 otomobîlên bombebarkirî hatin rûxandin
DAIŞ li Mûsilê 16 sivîlên ku dixwestin birevin îdam kirin
Heşda Şebî: Operasyona Mûsilê ber bi dawî ve tê
Li Mûsilê êrişa xwekujî: 9 polîs hatin kuştin
Taxeke din ê Mûsilê hat rizgarkirin
Etîketan:
Rêxistina Heşdî Şebî, Parlamenterê kurd li Iraqê, Salim Şebek, Mûsil, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de