14:59 12 Kanûn 2017
Zindî
    Operasyona Mûsilê

    Emîrê ragihandina rêxistinê Şehab hat kuştin

    © AP Photo/ Felipe Dana
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 30

    Hat ragihandin ku di operasyona Mûsilê de emîrê ragihandinê yê rêxistina terorîst a DAIŞê hat kuştin.

    Li gorî zanyariyên berdest, di çarçoveya operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê de berpirsê ragehandina rêxistina terorîst a DAIŞê Celal Eyûb Şehab hate kuştin û 25 milîtanên din jî hatin desteserkirin.

    Yek ji fermandarê hêzên ewlehî Eqîd Xalid El-Cewarî ragihand ku hêzên asayîşa navendî di çarçoveya operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê de baregeheke çekdarên wê rêxistinê ku ji 25 çekdaran pêktê li gel çekên wan desteserbikin.

    El-Cewarî di berdewamiya axaftina xwe de ragihand ku hêzên polîsan berpirsê ragihandina rêxistina DAIŞê Celal Eyûb Şehab ku bi regez Sûriye kuştin û milîtanên desteserkirî jî bo navenda serkirdayetiya operasyonê bi armanca lêpirsîn û lêkolînê hatin veguhestin.

    Bi heman mijarî:

    John Dorrian: Li Mûsilê 300 otomobîlên bombebarkirî hatin rûxandin
    DAIŞ li Mûsilê 16 sivîlên ku dixwestin birevin îdam kirin
    Heşda Şebî: Operasyona Mûsilê ber bi dawî ve tê
    Li Mûsilê êrişa xwekujî: 9 polîs hatin kuştin
    Taxeke din ê Mûsilê hat rizgarkirin
    Etîketan:
    Fermandarê hêzên ewlehî yê Iraqê, Eqîd Xalid El-Cewarî, Mûsilê, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de