15:19 21 Çile 2018
Zindî
    Sivîlên Mûsilê

    DAIŞ li Mûsilê 16 sivîlên ku dixwestin birevin îdam kirin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 31

    Operasona rizgarkirina bajarê Mûsilê bi hemû hêza xwe berdewam e. Rêxistina terorîst a DAIŞê 16 sivîlên ku dixwestin birevin ji terefê rêxistinê ve hatin îdamkirin.

    Hikmet Durgun

    Nûnerê PDKê yê Mûsilê Seîd Memozînî di axaftina xwe ya ajansa Spûtnîkê de ragihand ku rêxistina terorîst a DAIŞê li herêmea Keyrewanê 16 sivîlên ku dixwestin ji destê wan birevin hatin îdamkirin. Di meha dawî de li Mûsilê 325 sivîlên ku dixwestin birevin ji terefê DAIŞê hatin îdamkirin.

    Seîd Memozînî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Li rojavayê Mûsilê şer û pevçûnên navbera artêşa Iraqê û terorîstên DAIŞê pir dijwar bûye û ev şer bandoreke neyînî li sivîlan dike. Şerê Mûsilê bi zahmetî dimeşe û pir sivîl têne kuştin. Lewma terorîstên DAIŞî sivîlan wekî mirtal ji xwe re bikar tînin û yên ku direvin jî îdam dike. DAIŞî bi qanasên xwe dikeve nava malên sivîl û şerê artêşê dike û ev jî dibe sedema kuştina sivîlan."

    ‘SIVÎLÊN HERÊMA OPERASYONÊ DI REWŞEKE PIR ALOZ DE NE'

    Memozînî di dirêjiya axaftina xwe de got: "Li herêma Keyrewanê 16 sivîlên ku xwestin ji destê DAIŞê birevin hatin girtin û paşî îdam kirin. Rêxistina terorîst a DAIŞê di vê meha dawî de zêdetirî 325 sivîlên ku wekî mirtalên zindî hatibûn bikaranîn û dixwestin birevin îdamkirin. Lewma DAIŞ naxwaze sivîl birevin ji bo ku wan ji xwe re wekî mirtalê zindî bikar tîne. Ji ber êrişên DAIŞê sivîlên herêma Mûsilê di rewşeke pir aloz de ne."

    Bi heman mijarî:

    Heşda Şebî: Operasyona Mûsilê ber bi dawî ve tê
    Li Mûsilê êrişa xwekujî: 9 polîs hatin kuştin
    Taxeke din ê Mûsilê hat rizgarkirin
    Li rojavayê Mûsilê 25 milîtanên DAIŞê hatin kuştin
    Li Mûsilê li dijî dibistanê êrişa moşekî: 81 kuştî
    Etîketan:
    Operasyona Mûsilê, Rêxistina terorîst a DAIŞê, Nûnerê PDKê yê Mûsilê, Seîd Memuzînî, Mûsilê, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de