17:42 23 Îlon 2017
Zindî
    Operasyona Mûsilê

    Li Mûsilê êrişa xwekujî: 9 polîs hatin kuştin

    © AP Photo/ Felipe Dana
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 6960

    Rêxistina terorîst a DAIŞê li rojavayê Mûsilê bi 4 wesayîtên bombebarkirî êriş kir, di encama êrişê de 9 polîsên federal hatin kuştin.

    Mûsil
    © AFP 2017/ AHMAD AL-RUBAYE
    Fermandarê rêxistina polîsên Iraqê yên Îttîhadî Safa el-Behadli di daxuyaniya xwe de ragihand ku rêxistina terorîst a DAIŞê li rojavayê Mûsilê li herêma Vadî Ukabê bi 4 wesayîtên bombebarkirî êrişên noqteyên polîsan kir.

    Li gorî daxuyaniya fermandar Safa el-Behadli di êrişa wesayîta bombebarkirî de 2 jê fermandar 9 polîsên federal jiyana xwe ji dest dan û 9 polîs jî birîndar bûn. Herwiha di êrişê de wesayîtên çek hilgir ên hêzên ewlehî jî hatine rûxandin.

    Fermandarê Operasyona Rizgarkirina Mûsilê Abdulemir Raşid Yarallah di televîzyona dewlet a Iraqê de ragihand ku hêzên ewlehî li bakurê rojhilatê Mûsilê taxa Muşeyrafetul Ula ji destê rêxistina terorîst a DAIŞê hat derxistin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Taxeke din ê Mûsilê hat rizgarkirin
    Li rojavayê Mûsilê 25 milîtanên DAIŞê hatin kuştin
    Li Mûsilê li dijî dibistanê êrişa moşekî: 81 kuştî
    Artêşa Iraqê li Mûsilê cepheyeke nû vekir
    ‘DAIŞ li Mûsilê 8 caran çekên kimyewî bi kar anî'
    Etîketan:
    Rêxistina terorîst a DAIŞê, fermandarê operasyona rizgarkirina Mûsilê, Abdulemir Raşid Yarallah, Mûsil, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de