19:48 24 Hezîran 2018
Heşdî Şebî

‘100 ciwan ji navçeya Hezerê hatin revandin'

© Sputnik / Hikmet Durgun
Iraq
Lînkê kurt
0 50

Hat ragihandin ku rêxistina Heşdî Şebî ji navçeya Hezer a Nînovayê nêzîkî 100 ciwanî revandiye.

Navçeya Hezer a li ser sînorê Nînovayê du roj berê ji destê rêxistina terorîst a DAIŞê hatibû rizgarkirin. Qeymeqamê navçeya Hezer ragehand ku nêzîkî 100 ciwanên navçeyê hatine revandin û guman dike ku ew ciwan ji aliyê grûpekî ser bi Heşda Şebî ve bin.

Qeymeqamê navçeya Hezerê Elî Salih ku herêmeke kevin û dîrokî ye ragihand ku nêzîkî 100 ciwanên bajêr ber bi bajarê Hemam Elîl ve diçûn. Hêzên Heşdî Şebî çûne nav bajêr û navçe ji destê rêxistina terorîst a DAIŞê rizgarkirin, malbat û xelkên deverê neçarbûn navçeyê bicih bihêlin û ber bi navçeyên rizgarbûyî ve biçin, lê grûpek ji Heşda Şebî nêzîkî 100 ciwan revandin.

Qeymeqamê Hezer Elî Salih daxwaz ji fermadeyê Giştî yê Hêzên Sûpayê Iraqê Heyder Ebadî kir ku wan ciwanan rizgarbike.

Bi heman mijarî:

Serokê Tevgera Sadr: Bila Heşdî Şebî were belavkirin
Fermandarê Heşdî Şebî: Ji sedî 70yê axa Mûsilê hat girtin
Tevgera Îslamî: Li Kurdistanê navnivîsandina ji bo Heşdî Şebî zêde dibe
Parlamenterê kurd: Em nahêlin Heşdî Şebî li Kurdistanê bi hêz bibe
Berpirsekî bilind ê Heşdî Şebî li Mûsilê hat kuştin
Etîketan:
DAIŞ, Heşdî Şebî, Qeymeqamê navçeya Hezerê, Elî Salih, Nînova, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de