12:41 27 Gulan 2018
Operasyona Mûsilê

Rêxistinê zêdetirî 13 çekdarên xwe îdam kirin

© AP Photo / Felipe Dana
Iraq
Lînkê kurt
0 31

Hat ragihandin ku rêxistina terorîst a DAIŞê 13 milîtanên xwe yên ku ji şerûpevçûnên di navbera wan û hêzên Iraqê de reviyabûn bi guleyan kuştin.

Li gorî nûçeya BasNêwsê, derbarê vê yeke de neqîb Ehmed Eyûb ragehandiye ku rêxistina DAIŞê li navçeya El-sewre ya bajarê Mûsil berî ku ew tax ji aliyê Hêzên Iraqî ve were rizgarkirin 13 milîtanên xwe, ji şerûpevçûnên di navbera wan û hêzên Iraqê de reviyabûn kuştin.

Herwiha Neqîb Ehmed Eyûb da zanîn ku rêxistina terorîst a DAIŞê ew milîtanên xwe bi guleyan kuştin û rê neda ku termê wan jî bo pizîşka dadwerî werin şandin.

Ehmed Eyûb aşkere kir ku îro 5 milîtanên DAIŞê xwe radestî Hêzên dijteroa Iraqê li navçeya El- Rifaî kirin.

Bi heman mijarî:

Iraq: Em hêvî dikin ku heta mehekê operasyona Mûsil bi encam bibe
Mûsil: 40 sivîl bi stûnên elektrîkê ve hatin daliqandin
Şaredarê Mûsilê: Ji sedî 70 bajêr wêran bûye
Li Mûsilê 32 milîtanên DAIŞê hatin kuştin
Artêşa Iraqê li Mûsilê bi çekên DAIŞê şerê DAIŞê dike
Etîketan:
Operasyona rizgarkirina Mûsilê, Artêşa Iraqê, Rêxistina terorîst a DAIŞê, Neqîb Ehmed Eyûb, Mûsil, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de