18:34 24 Gulan 2017
Zindî
    ISerokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokê Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Iraqê Emmar El Hekîm

    ‘Serxwebûna Kurdistanê bibe sedema tsunamiya siyasî'

    © REUTERS/ Azad Lashkari
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 6140

    Lîderê Tifaqa Netewî ya Şîe yên li Iraqê Emmar el Hekîm îdia kir ku ‘Serxwebûna Kurdistanê wê li herêmê bibe sedema tsunamiya siyasî.'

    Hêj ku Herêma Kurdistanê amadehiya referanduma serxwebûnê dike, lîderê şîe el Hekîm ê ku berê jî li dijî hilgirtina ala Kurdistanê li Kerkûkê derketibû, niha jî dijayetiya serxwebûnê dike û îdia dike ku ‘Kurdistaneke serbixwe dê bibe sedema tsunamiya siyasî û wê têsîrê li hemû herêmê bike.'

    Li gorî agahiyên Rûdaw a îngilîzî el hekîm di axaftina xwe ya televizyonek misrî de gotiye: "Wê têsîr li herêmên ereban, li herêmên şîe û sûnî jî dê hewldanên herêmên wiha çêbibin. Wê Iraq bibe, 5, 6, 9 an jî 15 parçe. Ev tsunamiya siyasî wê li hemû herêmê belav bibe. Herwiha wê veguheze encamên metirsîdar"

    ‘WÊ TENÊ ÎSRAÎL NAS BIKE'

    El Hekîm îdia dike ku niha Kurdistan serxwebûnê ragihîne dê tenê Îsraîl serxwebûnê nas bike.

    Bi heman mijarî:

    El Hakîm: Em ê serxwebûna yekalî a Kurdistanê nas nekin
    'Erdogan ne li dijî serxwebûna Kurdistanê ye'
    PDK û YNK bo pêvajoya referanduma serxwebûna Kurdistanê bangî hemû aliyan kirin
    Partiyên tirkmen piştgiriya xwe bo referandûma serxwebûna Kurdistanê ragihandin
    'Piştî DAIŞê, Trump dê serxwebûna Kurdistanê nas bike'
    Etîketan:
    siyasî, serxwebûn, tsunamî, Emar El Hekîm, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de