11:46 21 Hezîran 2018
Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî

Ebadî bangî Erdogan kir: Destê xwe nexe nav karê me

© REUTERS / Ahmed Saad
Iraq
Lînkê kurt
0 22

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ji bo daxuyaniyên wî yên Heşdî Şebî bangî Serokomar Erdogan kir û got: "Em destûrê nadin ku tu kes destê xwe têxe nav karê me yê navxweyî.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ji Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan xwest ku têkilî nav karê wan ê navxweyî nebe û dê destûra tiştekî wiha nedin.

Heyder Ebadî di axaftina xwe de bertek nîşanî Erdogan da û got: "Parlamentoya Iraqê Heşdî Şebî bi qanûnî qebûl kiriye. Hêzên Heşdî Şebî perçeyekî ji artêşa dewletê ye. Heşdî Şebî bi fetwaya meqamê şîe yê mezin Elî Sîstanî ava bû. En destûrê nadin tu kes destê xwe tevlî karê navxweyî yê Iraqê bike."

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di hevpeyvîna xwe ya kanala Al Jazeerayê de ji bo Heşdî Şebî gotibû rêxistineke terorîst e û li ser vê axaftina Erdogan Wezareta Derve ya Iraqê bangî Balyozê Tirkiyeyê yê li Bexdayê Fatih Yildiz kiribû û notayeke protestoyê dabû Enqereyê.

Bi heman mijarî:

Iraq: DAIŞê li rojavayê Mûsilê êrîşa xaza klorê pêk anî
Iraq: Em ê ji bo yekgirtina Iraqê hewil bidin
Iraq: Qasim Silêmanî vegeriya Iraqê, li benda tiştekî mezin bin
Amerîka: Piştî DAIŞê hêzên me wê li Iraq û Sûriyeyê bimînin
Iraq: Ji sedî 40ê budçeya me ji şerê DAIŞê re hatiye veqetandin
Etîketan:
Rêxistina Heşdî Şebî, Serokomarê Tirkiyeyê, Serokwezîrê Iraqê, Recep Tayyip Erdogan, Heyder Ebadî, Tirkiye, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de