22:50 28 Nîsan 2017
Zindî
    Milîsên Heşdî Şebî

    Iraqê ji bo peyvên Erdogan bertek nîşanî Tirkiyeyê da

    © AFP 2017/ Bülent Kılıç
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 2721

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di hevpeyvîneke xwe de Heşdî Şebî weke rêxistineke terorîst bi nav kiribû û ev jî bû sedema aciziya hikûmeta Iraqê.

    Wezareta Derve Iraqê ji bo peyvên Serokomar Recep Tayyip Erdogan ku Heşdî Şebî şibande rêxistina terorîst bangî Balyozê Tirkiyeyê yê Bexdayê Fatih Yildiz kir û notayeke protestoyê da Tirkiyeyê.

    Berdevkê Wezareta Derve yê Iraqê Ahmed Cemal di axaftina xwe ya ji bo mijarê de got: "Wezareta Derve ya Iraqê li ser peyvên Serokomarê Tirkiyeyê yên derheqê Heşdî Şebî de ji bo bu ku notayeke protestoyê bigihîne Enqereyê biryar da ku bangî Balyozê Tirkiyeyê yê li Bexdayê bike."

    Erdogan di hevpeyvîna xwe de gotibû: "Heşdî Şebî kî ye, kî li pişta wan heye? Heşdî Şebî, gelekî xerîbe Parlamentoya Iraqê biryarê dide ku ne terorîst e. Halbukî rêxistineke terorîst e û girîng e bê kî li pişta wan e."

    Herwiha Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî bersiv da van gotinên Erdogan û got: "Heşdî Şebî hêzeke fermî ku ji terefê Parlamentoya Iraqê ve hatiye qebûlkirin e."

    Bi heman mijarî:

    Serokê Tevgera Sadr: Bila Heşdî Şebî were belavkirin
    Fermandarê Heşdî Şebî: Ji sedî 70yê axa Mûsilê hat girtin
    Berpirsekî bilind ê Heşdî Şebî li Mûsilê hat kuştin
    Heşdî Şebî ji Kakeyiyan lîwayeke leşkerî ava dike
    Heşdî Şebî bangî Bexdayê kir: "Amerîkiyên li Iraqê dersînor bikin"
    Etîketan:
    Wezareta Derve ya Iraqê, Serokwezîrê Iraqê, Rêxistina Heşdî Şebî, Serokomarê Tirkiyeyê, Heyder Ebadî, Fatih Yildiz, Recep Tayyip Erdogan, Tirkiye, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de