18:29 29 Nîsan 2017
Zindî
    Mûsil

    Taxake din ê Mûsilê hat rizgarkirin

    © AFP 2017/ AHMAD AL-RUBAYE
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 620

    Artêşa Iraqê di çarçoveya operasyona kontrolkirina Mûsilê de taxakê din ê li rojavayê bajêr jî rizgar kirin.

    Fermandarê Operasyonê Ebdulemîr Reşîd Yarallah bi daxuyaniyekê ragihand, Hêzên dij terorê li rojavayê Mûsilê, taxa Sewreyê xistine bin kontrola xwe û ala Iraqê li wê taxê hatiye bilindkirin.

    Ebdulemîr Reşîd Yarallah diyar kir ku li taxa Sewreyê di encama şer û pevçûnan de zirareke mezin dane DAIŞê.

    Ji qonaxa duyem a operasyona Mûsilê ku ji aliyê Serokwezîr û Serfermandarê Hêzên Çekdarî yê Iraqê Heyder Ebadî ve di 10 Sibatê de hatibû destpêkirin, heta niha ji sedî 60ê rojavayê Mûsilê hatiye rizgarkirin.

    Rojhilatê Mûsilê bi operasyonên ku di 10ê Cotmeha 2016an de hatibû destpêkirin, piştî 3 mehan bi tevahî ji DAIŞê hatibû paqijkirin.

    Bi heman mijarî:

    ‘Alîkarê herî nêz ê Bexdadî li Mûsilê hat kuştin’
    Li Mûsilê fermandarekî DAIŞê yê ‘rûs' hate kuştin
    Li Mûsilê herêma El-Meaşê ji destê DAIŞê hat rizgarkirin
    Iraq: DAIŞê li rojavayê Mûsilê êrîşa xaza klorê pêk anî
    Li Mûsilê 2 jê emîr 12 milîtanên DAIŞê hatin kuştin
    Ji bo ewlehiya Mûsilê hêz tê amadekirin
    Etîketan:
    bilindkirin, al, rizgar, tax, DAIŞ, Ebdulemîr Reşîd Yarallah, Mûsil, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de