11:45 21 Hezîran 2018
Hewlêr - Kurdistan

El Hakîm: Em ê serxwebûna yekalî a Kurdistanê nas nekin

© AFP 2018 / SAFIN HAMED
Iraq
Lînkê kurt
0 31

Lîderê Şîî yê iraqî El Hekîm diyar dike ku wê serxwebûna yekalî a Herêma Kurdistanê nas nekin.

Siyaseta Iraqê niha li ser referanduma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê ya ku tê payîn ku heta dawiya salê bê lidarxistin  nîqaşan dike. Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Şiayên Iraqê Seyyid Emmar El Hekîm piştî dijayetiya xwe ya li dijî hilgirtina ala Kurdistanê li parêzgeha Kerkûkê niha jî dijayetiya xwe ya li hember referanduma serxwebûnê eşkere dike.

'EM Ê ENCAMAN NAS NEKIN'

El Hekîm destnîşan kir ku ger referandum bê kirin wê bi awayekî yekalî be û dê encamên wê jî nas nekin.

El Hekîm di axaftina xwe ya Reutersê de dibêje: "Me neditiye ku welatên sînorên xwe bi xwînê avakiriye di encamê de bi ser ketine."

Herwiha El Hekîm diyar dike ku wê pirsgirêkan bi rêya diyalogan çareser bikin lewma jî îhtîmala şer mer tune ye di navbera kurd û ereban de.

Bi heman mijarî:

Kerîm: Ji bo referanduma Kerkûkê komîsyon dê biryarê bide
Herêma Kurdistanê: Encamên referanduma Tirkiyeyê wê bi kêrî Kurdistanê bê
‘Piştî referanduma Tirkiyeyê 3 gavên girîng têne avêtin'
PDK û YNK bo pêvajoya referanduma serxwebûna Kurdistanê bangî hemû aliyan kirin
Etîketan:
yekalî, serxwebûn, ammar el hekîm
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de