09:16 22 Gulan 2018
    Kosret Resûl - îbrahîm Caferî

    Caferî: Destûr ne Quran e, referandûm jî mafekî suriştî ye

    © Foto: al-jaffaary.net
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 40

    Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrahîm Caferî got, 'Destûra Bingehîn a Iraqê mafê serxwebûnê nade kurdan lê destûr ne tiştekî sabit e û nalive û bi mirovan re bi pêş de diçe'.

    Caferî bi Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê YNK Kosret Resûl li Hewlêrê civiya. Piştî civînê nivîsgeha ragihandinê ya Îbrahîm Caferî daxuyaniyek weşand û tê de teqezî li ser "yekîtiya gelê Iraqê" hat kirin.

    Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Caferî li ser referandûma serxwebûna Kurdistanê wiha gotiye: "Referandûm mafekî suriştî ye û mafê her gelî heye ku fikira xwe bibêje. Gava pirsa referandûmê tê danîn, tevahiya gelê kurd dê beşdarî wê bibe û dê li ser bifikirin bê qonax guncav e û atmosfer ji aliyê kurdî-Iraqî, herêmî û navdewletî ve guncav e yan na".

    Derbarê destûra Iraqê û serxwebûna Kurdistanê de, Caferî wiha got: Destûr mafê serxwebûnê yan jî tiştekî bi vî awayî nade. Em li gel her tiştê di destûrê de ne. Lê destûr tiştekî livbar e, ne sabit e, ne Incîl e, ne Quran e, ne jî Tewrat e. Lê peymaneke civakî ye ku bi mirovan re bi pêş de diçe".

    Bi heman mijarî:

    Osetyaya Başûr serxwebûna xwe ragihand û navê xwe kir 'Alanya'
    Partiyên tirkmen piştgiriya xwe bo referandûma serxwebûna Kurdistanê ragihandin
    NY ji bo serxwebûna Kurdistanê: Divê Bexda û Hewlêr bi hev re biryarê bidin
    4 partî û rêxistinên kurd yên li Tirkiyeyê piştgirî dan serxwebûna Herema Kurdistanê
    20 eşîrên ereb bangî Barzanî kirin: Serxwebûna Kurdistanê îlan bike
    Etîketan:
    YNK, Îbrahîm Caferî, Kosret Resûd, Hewlêr, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de