02:41 19 Çile 2018
Zindî
    Heyder el Ebadî

    Ebadî: Em ê di gengeşiya navbera Îran û Tirkiyeyê de bêalî bimînin

    © AP Photo/ Stefan Wermuth
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 10

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî diyar kir ku ger li herêmê di navbera Îran û Tirkiyeyê gengeşî biqewime, ew ê bê alî bimînin.

    Ebadî ji bo kanala Al Hurrayê axivî û di axaftina xwe de ragihand ku ger li herêmê di navbera Îran û Tirkiyeyê gengeşî biqewime, ew ê wekî Iraqê bê alî bimînin.

    Heyder Ebadî ev tişt gotin, "Li herêmê roleke girîng a Tirkiyeyê heye û welatekî nuwaze ye. Îran jî li herêmê xwedî bandor e û ger di navbera van her du welatan de aloziyeke biqewime, Iraq teqez û rasterast wê di bin bandora wê de bimîne. Iraq wê di refên pêşiyê yên vê enîbûnê de cih bigire. Lê divê em di nava şerekî herêmî yê navbera Tirkiye û Îranê de nemînin. Di her têkoşîna wê derkeve holê de divê Iraqê bêalîbûna xwe biparêze."

    Bi heman mijarî:

    Meclîsa Iraqê bilindkirina Alaya Kurdistanê ya li Kerkûkê red kir
    Endamê birêveberiya PDKê: DYAyê doz daye wek Iraqê bi Kurdistanê re jî bixebite
    Parlamentoya Iraqê wê rewşa Şingalê gotûbêj bike
    Yildirim: Li Kerkûkê hildana ala Kurdistanê dijî destûra Iraqê ye
    Heyder Ebadî: Mafê her kesî heye xwezî û hêviyên xwe bi cih bîne
    Şahê Erebîstanê ji Ebadî xwest pêwendiyan bihêz bikin
    Tenê PDK beşdarî civîna Ebadî dibe
    Etîketan:
    bêalî, Tirkiye, Îran, gengeşî, Serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de