23:26 21 Gulan 2018
    DAIŞ

    Serokê 2yemîn ê DAIŞê El Cumeylî hat kuştin

    © REUTERS / Ali Hashisho
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 10

    Kanala TV ya dewleta IraqÊ IMNê diyar kir ku ‘destê rastê' yê serekê DAIŞê Ebubekir El Bexdadî li aliyê rojavayê Iraqê di encama êrîşeke hewayî de hat kuştin.

    Li gorî nûçeyê Hamid el Cumeyliyê ku piştî Ebubekir El Bexdadî sereke duyemîn ê rêxistinê ye û peywira ‘Wezîrtiya Şer' dimeşîne, li aliyê rojavayê Iraqê di encama êrîşeke hewayî de hat kuştin.

    Serwîsa îstixbarat a Iraqê ji bo IMNyê daxuyanî da û got, "Balafirên ayidê Hêzên Hewayî di çarçoveya agahiyên ji Midûriyeta Îstixbaratê ya Leşkerî girtin de li biryargeha rêveberên DAIŞê ya kul i herêma El Qaîmê cih digire, xistin."

    Di daxuyaniyê de dema êrîşên hewayî nehat diyarkirin û hat destnîşankirin ku ji rêveberên DAIŞê 2 kesên din jî hatine kuştin.

    Etîketan:
    hat kuştin, Kanala TV ya dewleta Iraqê IMN, Serokê 2yemîn ê DAIŞê, Hamid el Cumeylî, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de