10:59 20 Hezîran 2018
Muqteda El Sedr

Muqtada El Sedr wesyeta xwe eşkere kir

© REUTERS / Alaa Al-Marjani
Iraq
Lînkê kurt
0 30

Serokê Şîe yên li Iraqê Muqtada El Sedr ji pêçû yên xwe daxwaz kir ku çi dibe bila bibe girêdayê rêbazên ku eşkere kirine, bisekinin.

Sedr ragihand ku gefa mirinê lê dixwin û wesyeta wî jî aliyê nûnerê wî yê Kûfê yê girêdayê Necefê ye, Muhenned Musevî di xudbeya înê de xwend. Sedr, di wesyeta xwe de destnîşan kir ku peywira hemû misilmanan ew e ku parastin û pêşxistina Tevgera Sedr bikin. "Ez rica dikim ku rêbazên me diyar kirine tu kes li hember dernekeve û li gorî rêbazan tevbigere."

Sedr ji pêçûyên xwe daxwaz kir ku sadiqê Iraqê bin, deste xwe dirêjên kesên muxtac, mafên mezlûman biparêzin û gengeşiyên di nav xwe de çareser bikin.

Sedr da zanîn ku di xwepêşandana li Bexdayê ya hefteya borî hat lidarxistin de gefa mirinê lê xwarine û kesên gef lê xwarine jî eşkere nekiribû.

Bi heman mijarî:

Sedr jî gef li Erdogan xwarin: "Heke tu leşkerên xwe venekişîne em ê wan biqewirînin"
Ebadî hişyariya 'Şerê Navxweyî' da alîgirên Sedr
Muqteda Sedr ji alîgirên xwe xwest ku dawî li çalakiyên xwe bînin
Qasim Silêmanî bangî Sedr kir: ‘Kûçikên xwe kom bike'
Sedr çû Îranê
Etîketan:
mirin, gef, daxwaz, wesyet, Muqteda El Sedr, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de