15:30 22 Sibat 2018
Zindî
    Heyder el Ebadî

    Heyder Ebadî: Mafê her kesî heye xwezî û hêviyên xwe bi cih bîne

    © AP Photo/ Stefan Wermuth
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 32

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di hevpeyvîna taybet a kanal Rûdawê de ragihand ku mafê her kesî heye ku xwezî û hêviyên xwe bi cih bîne.

    Serokwezîr Heyder Ebadî di axaftina xwe de got: "Her weke ku hûn dizanin ji berê ve hinek dibêjin ku Iraq dibe 3 perçe, sunî, şîe û kurd. Ew yek bi tevahî tê redkirin. Em di xema yekparçeyiya Iraqê de ne. Hûn dizanin heta rêveberiya nû ya Amerîkayê jî tekezî li ser yekparçeyiya xaka Iraqê dike. Em dixwazin ev yek metoda hemûyan be.

    ‘DIVÊ HISAB JI BO BERJEWENDIYAN WERE KIRIN'

    Heyder Ebadî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Em wiha dibînin ku iraqeke yekparçe bihêztire ji bo hemûyan, lê belê ji bo mijara serxwebûnê, ez wiha dibînim ku ev yek hêvî û xwezî ye, xwestek û hebûna hêviyê jî mafê hemû kesekî ye û ez rêzê jê re nîşan didim. Mafê hemû mirovekî ye ku hêviyan bixwaze û xwediyê xweziyan be û niyeta bi dest xistina wan jî hebe, lê belê di realîteyê de berjewendî hene. Divê hisab bo berjewendiyan bikî, niha bi vê serxwebûnê berjewendiyan bi dest dixî, yan li gel iraqeke yekgirtî de bi dest tînî, ku hemû xortên wê pêkve di yek welatî de bijîn.

    Ebadî di dirêjiya axaftina xwe de got: "Bi nêrîna min ji bo kurd û hemû iraqiyan wisa baştir e ku pêkve bin. Cudabûn di vê qonaxê de û di qonaxên berê de jî, dibe sedema ziraran bo gelê kurd bi xwe, lewma derdora te jî wê yekê qebûl nake. Te derdorek heye ku dijî te ye, tu dê werî dorpêçkirin. Niha Ewropa ber bi rakirina astengan û bazirganiyê diçe, eger em ber bi dabşbûnê ve biçin, dibe sedema ziraran."

    Bi heman mijarî:

    Şahê Erebîstanê ji Ebadî xwest pêwendiyan bihêz bikin
    Tenê PDK beşdarî civîna Ebadî dibe
    Ebadî: "Komkujiya Helebce delîla herî mezin a zilma Partiya Beasê ye"
    Serokwezîrê Iraqê El Ebadî û nûnerê Herêma Kurdistanê diçin Emerîkayê
    Ebadî: Di navbera Pêşmerge û Artêşa Iraqê de hemahengiyeke baş heye
    Etîketan:
    Ragihandina serxwebûna Kurdistanê, Serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de