01:22 23 Hezîran 2018
Operasyona Mûsilê

‘Ji bo rizgarkirina Musilê rojên bi jimar mane’

© REUTERS / Goran Tomasevic
Iraq
Lînkê kurt
0 30

Efserekî Artêşa Iraqê Ahmet El Hazarcî ji Spûtnîkê re ragihand, milîtanên DAIŞê dê nikaribin xwe ji dorpêçê rizgar bikin û got, ji bo kontrolkirina Mûsilê rojên bi jimar mane.

Efserê Iraqî Hazarcî di daxuyaniya bo Spûtnîkê de diyar kir ku DAIŞ li beşên rojavayê Mûsilê rojên xwe yên dawî dijî û wiha pê de çû: "Milîtan hemû kesên ku ji deverên kontrola wan direvin dikujin. Li taxên ku gel li wan dijî wesayîtên bombekirî bi cî kirine. Her tim wan diteqînin û xelkê bêguneh dikujn."

'DAIŞ JI BO KARVEDANA MEDYAYÊ ÊRÎŞÎ SIVÎLAN DIKE'

Leşkerê Iraqî da xuyakirin ku DAIŞ van êrîşan ji bo karvedana medyayê pêk tîne û piştî van êrîşan jî dezgehên navnetewî bangewaziyê li hikûmetê dikin daku operasyonê rawestîne.

El Hazarcî da zanîn, rojên bi jimar mane ji bo rizgarkirina Mûsilê û artêşa Iraqê amade ye beşên rojavayê Mûsilê ji destê DAIŞê derxe, lê niha plana rizgarkirina xelkê sivîl dike.

Wî efserî herwiha bi bîr xist ku ji ber hebûna hêzên milîşeyan û hêzên hevpeymaniyê dê terorîst nikaribin terka bajêr bikin.

Bi heman mijarî:

Strana ‘Bêjin Na' ku HDP bo xebatên referandûmê bikar tîne hat qedexekirin
'Di navbera Rûsya û welatên Rojava de şerê sar nîne'
Lavrov: Rûsya û Amerîka dikarin bi hev re careke din li Sûriyê kar bikin
MGK: Piştgiriya PYDê ziyanê dide têkiliyên dostane
Rûsya: ‘Em pêşeroja Esad bi Amerîkayê re dê nîqaş nekin'
Talabanî: Ala me li Qudsa Kurdistanê bilind bû
Etîketan:
Operasyon, DAIŞ, Mûsil, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de