01:05 19 Tebax 2017
Zindî
    Operasyona Mûsilê

    Rêxistina Efûyê: Di operasyona Mûsilê de sivîl, nehatin parastin

    © REUTERS/ Goran Tomasevic
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 620

    Rêxistina Efûyê diyar dike ku hêzên iraqî û koalisyona ku DYA serkêşiya wê dike di operasyona Mûsilê de sivîlan bi têra xwe neparastin.

    Rêxistina Efûyê a Navnetewî (Asnesty International) daxuyaniyek belav kir û tê de got ku di operasyona ku ji aliyê hêzên koalîsyonê ku DYA serkêşiya wan dike, li Mûsilê li dijî DAIŞê tê meşandin de, sivîl bi têra xwe nayên parastin.

    Di  daxuyaniya ku tê gotin ku li Mûsilê mafên hiqûqî tên binpêkirin  de wiha tê gotin: "Hem di êrişên hewayî yên ku koalîsyona navnetewî ên ku DYA serkêşiya wan dike, hem jî di pevçûnên di navbera artêşa Iraqê û DAIŞê de diqewimin, kirin ku di meha dawî de hejmara qurbaniyên sivîl bi awayekî metirsîdar zêde bibe."

    ‘MAFÊN MIROVAN TÊN BINPÊKIRIN'

    Rêxistina Efûyî amaje dike ku hejmara kuştiyan ji ber bergiriyên qels zêde dibin û diyar kir ku ‘bi awayekî eşkere mafên mirovan tên binpêkirin'.

    Li gorî daxuyaniya rêxistinê hejmarek mezin a sivîlan an ji ber operasyonên hewayî ên koalîsyonê an jî ji ber rûxandina cihên ewle ên sivîlan jiyana xwe ji dest didin.

    Herwiha tê daxuyandin ku beriya operasyonê bang li sivîlên li herêma ku wê operasyon bê lidarxistin tê kirin û ji wan tê xwestin ku ew bi dereke ve neçin.

    ‘DIBE KU WEKÎ SÛCÊ ŞER BÊ PEJIRAND'

    Rayedarê Rêxistina Efûyê Donatilla Rovera ê ku li Mûsilê raporê amade kiriye  wiha dibêje: "Dema ku em banga rayedarên iraqî ên ku ji sivîlan dixwazin ku li herêma operasyonê bimînin, binêrin em dikarin bibêjin ku ew niha dizanin ku wê gelek sivîl bên kuştin.  Dibe ku êrişên bê kontrol û bê hedef wekî li dijî mafên mirovan bê dîtin û wekî sûcê şer bê pejirandin."

    Bi heman mijarî:

    Serokomarê Iraqê: Ji bo avakirina ji nû ve ya Mûsilê pereyekî gelekî zêde pêwîst e
    Lavrov: Em dixwazin ku KENY li ser operasyonên Amerîkayê ya li Mûsilê civînek li dar bixe
    Artêşa Iraqê: Bendava Badûşê ya li rojhilatê Mûsilê hat kontrolkirin
    Operasyona Mûsilê hat rawestandin
    Etîketan:
    rêxistina efûyê, binpêkirina mafên mirovan, mûsil
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de