12:55 20 Tebax 2017
Zindî
    Alaya Kurdistanê

    Meclîsa Kerkûkê biryara hilgirtina Ala Kurdistanê pesend kir

    © AP Photo/ Hussein Malla
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 7151

    Meclîsa Bajarê Kerûkê pêşnûmeya ji bo Alaya Kurdistanê li saziyên fermî were hilgirtin, pesend kir. Hikûmeta Iraqê jî ew biryar wekî ‘li dijî destûra bingehîn' bi nav kir.

    Meclîsa Bajêr a Kerkûkê îro ji bo rojeva bilindkirina Alaya Kurdistanê li hev civiya. Hinek nûnerên Ereb û Tirkmenan civîn boykot kirin lê di civînê de biryara Parêzgarê Kerkûkê ya ji bo Alaya Kurdistanê li saziyên fermî were hilgirtin, hat pesendkirin.

    Piştî civînê Parêzgarê Kerkûkê Necmeddîn Kerîm got, "Ev biryar zirarê ne dide Ereban ne jî dide Tirkmenan. Biryar, bi dengê piraniyê hatiye girtin." Kerîm bal kişand ser ku ev biryar, biryareke dîrokî ye û anî ziman ku Tirkmen û Erebên di Lîsteya Biratiyê de cih digirin jî, piştgirî dane biryarê.

    Bi heman mijarî:

    Rebwar Talabanî: Bilindkirina Alaya Kurdistanê li Kerkûkê xewna hemû kurdistaniyan e
    Ji Iraqê li ser biryara hildana ala Kurdistanê li Kerkûkê daxuyanî
    Dîroknasê tirk: Fermîbûna zimanê kurdî ya li Kerkûkê hewlek ya belengaziyê ye
    Şandeyek PDKê wê li gel Waliyê Kerkûkê bicive
    Parêzgarê Kerkûkê Kerîm ji bo ala Kurdistanê bersiv da Tirkiye û NY
    Ji NYyê daxuyaniya hildana ala Kurdistanê li Kerkûkê
    'Iraq bilindikirina ala Kurdistanê li Kerkûkê red dike'
    Etîketan:
    hilgirtin, Ala Kurdistanê, Parêzgarê Kerkûkê, Necmeddîn Kerîm, Iraq, Kerkûk
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de