07:33 21 Tebax 2017
Zindî
    operasyon-rûxandin-mûsil-êriş

    Serokomarê Iraqê: Ji bo avakirina ji nû ve ya Mûsilê pereyekî gelekî zêde pêwîst e

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 620

    Serokomarê Iraqê Fûad Masûm anî ziman ku ji bo avakirina ji nû ve ya bajarê Mûsilê yê di operasyonên li dijî DAIŞê de xera bû, wê pêwistî bi çend milyar dolaran hebe.

    Masûm ji bo Sputnikê axivî û diyar kir ku avakirina ji nû ve wê pêvajoyeke gelekî biha be.

    ‘EM HÊJ NIKARIN REQAMA WÊ BIHESIBÎNIN'

    Serokomarê Iraqê wisa axivî: "Em hêj nikarin bihesibînin ku ka ji bo avakirina ji nû ve wê pêwistî bi çend milyar dolaran hebe. Ger ku em bi awayekî cidî dest biavêjin vî karî, wê pêwistî bi pereyekî gelekî zêde hebe. Bi taybetî jî ger em bigirin ber çavan ku me pişta bi petrol û xaza xwezayî ya wê ve girêdayî û bihayên van jî zêde nabin."

    ‘DERIYÊ ME JI PIŞTGIRIYA WELATAN RE VEKIRIYE'

    Masûm wisa berdewam kir: "Em destê xwe li ber her welatê ku wê karibe beşdarî pêvajoya avakirina ji nû ve bibe, vedikin. Ji Amerîkaya heta Rûsyayê, heta welatên rojhilat û rojava yên Ewropayê. Em ji bo karibin vê qeyranê derbas bikin, bangî hemû kesan dikin."

    Masûm ragihand ku li gel nûkirina binesaziyê divê pirsgirêka mirovên ku di pevçûnan de xaniyên xwe wenda kirine jî tavilê were çareserkirin û derbirî ku malbatên zarokên wan pir in û dayik an jî bavên xwe wendakirine, di rewşeke gelekî dijwar de ne.

     

    Bi heman mijarî:

    Masûm: Li Iraqê di destê DAIŞê de çekên kimyewî yên sazkirî tune ye
    Serokkomarê Iraqê: Serxwebûn pêk were jî, divê diyalog hebe
    Ji Iraqê li ser biryara hildana ala Kurdistanê li Kerkûkê daxuyanî
    Wezîrê Petrolê yê Iraqê Laibi wê biçe Moskowê
    Artêşa Iraqê: Bendava Badûşê ya li rojhilatê Mûsilê hat kontrolkirin
    Etîketan:
    pêwistî, avakirina ji nû ve, Serokomarê Iraqê, Fûad Masûm, Mûsil, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de