06:38 19 Tebax 2017
Zindî
    Serokkomarê Iraqê Fûad Mesûm

    Masûm: Li Iraqê di destê DAIŞê de çekên kimyewî yên sazkirî tune ye

    © AP Photo/ Richard Drew
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 530

    Serokomarê Iraqê Fuad Masum diyar kir ku li Iraqê di destê milîtanên DAIŞê de çekên kimyewî yên sazkirî tune ne lê ji bo çêkirina çekên kimyewî amûrên pêwîst di destê wan de hene û got, ev jî xeternak in.

    Serokomarê Iraqê Fuad Masum di derbarê kapasiteya êrîşa kimyewî ya milîtanên DAIŞê yên li Iraqê de ji bo Sputnikê axivî.

    Masum got, "Heta vê gavê agahiyên li ser hebûna çekên kimyewî yên li ber destê me didin nîşan ku tenê malzemeyên çêkirinê hene. Ev malzeme ne yên wekî welatên xwedî çekên kimyewî ne. Lê tên bikaranîn û xwedî bandor in, bi taybetî jî bandora derûnî. Lê ev ne wekî yên çekên li Iraqê ne."

    ‘JI BER SEDEMEKE WISA 5 HEZAR MIROVAN JIYANA XWE JI DEST DA'

    Masûm girîngiya rîska êrîşa çekên kimyewî derbirî û got, "Mesela li Helebceyê (di êrîşa kimyewî ya Helebce ya sala 1988an de) ji ber sedemeke wisa di nava kêmtirî 5 deqeyan de 5 hezar mirov hatin kuştin."

    Masûm dest nîşan kir ku ev malzemeyên di destê milîtanên DAIŞê ne pêşketî ne lê gelekî xeternak in û got, Bexda ji bo Rêxistina Qedexekirina Çekên Kimyewî israr dike ku raporekê amade bike, da ku terorîstan ev malzeme ji kuderê girtine.

    Bi heman mijarî:

    Serokkomarê Iraqê: Serxwebûn pêk were jî, divê diyalog hebe
    Ji Iraqê li ser biryara hildana ala Kurdistanê li Kerkûkê daxuyanî
    Wezîrê Petrolê yê Iraqê Laibi wê biçe Moskowê
    Gelo Amerîkayê li ser avakirina dewleta Kurdî li Sûriyê û Iraqê li hev kiriye?
    UNICEFê hişyarî da Iraqê
    Etîketan:
    sazkirî, çekên kimyewî, DAIŞ, Sputnik, Serokomarê Iraqê, Fûad Masûm, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de