18:37 17 Tebax 2017
Zindî
    Fûad Mehsûm

    Serokkomarê Iraqê: Serxwebûn pêk were jî, divê diyalog hebe

    © AFP 2017/ Haidar Hamdani
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 2521

    Serokkomara Iraqê Fûad Masûm ji Sputnikê re derbarê nakokiyên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de axivî û teqez kir ku diyalogeke cidî pêwîst e ji bo çareserî ye.

    SerokKomara Iraqê Fûad Masûm bersiva pirsyarên Sputnikê da û derbarê parastina yekîtiya Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Navendî de wiha got, diyalog, diyalogeke rasterast û ya cidî pêwîst e(ji bo parastina yekîtiyê)" û destnîşan kir ku "siyaseta gaz û petrolê xala sereke ya nakokiyan e."

    Masûm derbarê rêyên çareserkirina van nakokiyan de wiha got: "Hinek çareserî hene û divê herdû alî li hev rûnên û li ser maseyê hemû mijaran gotûbêj bikin lê axiftina derbarê serxwebûnê de tiştek e û projeya serxwebûnê tiştekî din e."

    Herwiha Serokkomarê Iraqê teqezî li ser pêwîstiya diyalogê kir û got: Divê diyalog hebe. Ji ber ku cudabûna ji Iraqê (serxwebûn)pêk were jî, divê diyalog hebe. Eger kêşe bimînin jî, divê di rêya diyalogê re çareser bikin."

     

    Bi heman mijarî:

    Hiqûqnasên kurd ên Sûriyeyê: An serxwebûn an jî konfederasyon
    Serokê OSPê: Rojeva hikûmeta AKPê referandûm, a Barzanî serxwebûn e
    Şêwirmendê Parlementoya Kurdistanê: Yan konfederalîzm an serxwebûn
    Barzanî ji Washîngton Postê re got: "Serxwebûn ne xewn û ne jî xeyal e"
    Barzanî: Wefa û bersiva herî baş serxwebûn e
    Nêçîrvan Barzanî: Serxwebûn mafekî rewa ye
    Walîyê Mûsilê: "Serxwebûn mafê gelê kurd e"
    Etîketan:
    serxwebûn, Fûad Masûm, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de