18:36 20 Tebax 2017
Zindî
    Esil Nuceyfî

    Nuceyfî: Bi awayekî eşkere sunî li Mûsilê têne hedef girtin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 1721

    Wekî tê zanîn hefteya borî ji ber bombebarana balafirên hevpeymaniya li dijî DAIŞê, li taxa Cedîde ya Mûsilê zêdetirî 230 sivîlan jiyana xwe ji dest dabûn û hejmareke zêde jî birîndar bibûn.

    Wezareta Parastin a Amerîkayê (Pentagon) jî ragihandibû, li ser daxwaza hêzên Iraqê, operasyon dane sekinandin. Li ser wan bombebaranan waliyê berê yê Mûsilê Esîl Nûceyfî ragiahnd ku daxuyaniya ku ji aliyê fermandeyan ve hatibû ne cihê baweriyê ye. Îdia dikin ku wesayît yan jî tankêreke bombekirî li wir bûye, lê belê qet bermahiyek bi wê cûreyê li wê derê tune ye.

    DIXWAZIN AGAHIYAN VEŞÊRIN

    Esîl Nuceyfî di berdewamiya axaftina xwe de ragihand ku pêwîst bû fermandeyên serbazan, rêgirî li ber kesên ku serdanê dikin û rojnamevanan bigrin. Dibû derfet li hember rojnamevanan û hin kesan, bo serdana navçeyê heba, da ku bizanin çi heye û ji nêzîk ve rewşa wan bawer bikin. Li gor me bi awayekê hewl didin ku zanyariyan binuxumînin. Ji ber vê yekê jî em dixwazin ku lêkolîneke navdewletî li ser wê dozê û wê bûyerê ya li rojavayê Mûsilê qewimî, were kirin.

    Bi heman mijarî:

    Endamê Parlementoya Kurdistanê Heddad: ‘Divê Iraq tazmînatên helebceyiyan bide'
    'Iraq derxistina peyva erebî ji destûra Sûriyê pir baş dibîne'
    Iraq: Amadehiyên ji bo operasyona rojavayê Mûsilê hatine temamkirin
    Iraq: 10 terorîstên DAIŞê hat kuştin
    Iraq û Îranê li ser petrola Kerkûkê peyman îmze kir
    Etîketan:
    Wezareta Parastin a Amerîkayê, Waliyê bajarê Mûsilê yê berê, Esil Nuceyfî, Mûsil, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de