20:30 27 Gulan 2017
Zindî
    Mûsil - Operasyon - koçber

    Zêdetirî 110 hezar penaberên mûsilî gihîştin Herêma Kurdistanê

    © REUTERS/ THAIER AL-SUDANI
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 1240

    Li gorî daxuyaniyên fermî her diçe hejmara penaberên ku ji derdorên Mûsilê direvin û xwe digihînin Herêma Kurdistanê zêde dibe.

    Sînorê Macaristanê
    © AP Photo/ Zoltan Gergely Kelemen/MTI
    Hat ragihandin ku ji ber operasyona rizgarkirina Mûsilê heta niha zêdetirî 111 hezar kes aware bûne û xwe spartine kampên Herêma Kurdistanê.

    Herwiha Wezîrê Koç û Koçberan ê Iraqê Derbaz Mihemed ragihand ku ji destpêka operasyona Mûsilê ve heta niha nêzîkî 335 hezar kes ji cih û warê xwe koçber bûne. 81 hezar malbat vegeriyane rojhilat û rojavayê Mûsilê û cihên ku ji rêxistina terorîst a

    DAIŞê hatine rizgarkirin.
    Mihemed eşkera kir ku hejmara koçberên ji Mûsilê xwe spartine Herêma Kurdistanê gihiştiye 111 hezar kesî û got: "Me amadekariya xwe bi cih aniye ku 100 hezar koçberên din jî pêşwazî bikin."

    Hêzên Iraqê ji bo rizgarkirina Mûsilê, di 17ê Cotmeha 2016an de operasyon dan destpêkirin. Rojhilatê Mûsilê di dawiya meha Çileyê de ji aliyê hêzên Iraqî ve bi tevahî hate kontrolkirin û ji 19ê Sibatê ve ji bo rizgarkirina rojavayê Mûsilê operasyon berdewam in.

    Bi heman mijarî:

    Komeleya Karsazan ji ber navê 'Kurdistan' hat girtin
    Şîretkarê Barzanî yê berê Mohemed Cuma: Îsraîl û Kurdistan dê ji neçariyê federaliyê çêkin
    Li ser trêneke Almanyayê ‘Bijî Kurdistan' dinivîse
    'Divê bo xatirê ewlehiya Îsraîlê, Kurdistan neyê avakirin'
    Nûnerê Hikûmeta Kurdistan: Bila kurdên Sûriye û Iraqê jî tev li civînên Astanayê bibin
    Etîketan:
    Heta niha zêdeitrî 110 penaberan xwe sparte Kurdistanê, Wezîrê Koç û Koçberan ê Iraqê, Derbaz Mihemed, Kurdistan, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de