02:22 30 Nîsan 2017
Zindî
    Operasyona Mûsilê

    Hindik ma Artêşa Iraqê bigihêje mizgefta Bexdadî xîlafet ragihandibû

    © AP Photo/ Felipe Dana
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 621

    Leşkerên Iraqê ragihand ku di çarçoveya operasyona vegirtina rojavayê bajarê Mûsilê de, gelekî nêzîkî mizgefta Serokê DAIŞê Bexdadî lê xîlafet îlan kiribû bûne.

    Operasyona paqijkirina rojavayê Mûsilê ya keleha DAIŞê dihesibe ji milîtanên wê berdewam dike.

    Serpelê Artêşa Iraqê Subhan Elî Eş Şiwelî diyar kir ku hêzên iraqî nêzîkî mzigefta Nûrî(Mizgefta Mezin) ya li rojavayê Mûsilê dibin ku Serokê DAIŞê Ebû Bekir El Bexdadî 'dewleta xîlafetê' lê ragihandibû. Artêşa Iraqê jî di daxuyaniya xwe de ragihand ku yekîneyên operasyonên taybet 800 metreyî dûrî wê mizgeftê ne ku ji giringiyeke wê ya sembolîk heye.

    General Ebdulemîr Reşîd Yarallah ragihand ku yekîneyên liqa zirxî ya 9an îstasyona sotemeniyê ya El Reşîd, herêma El Mûlûseyê û gundê Hiweydrayê ya bakurê rojhilatê Mûsilê ji DAIŞê stendine. Yarallah diyar kir ku DAIŞê wendahiyên canî û madî dane lê hûrgilî neda.

    "ŞER DÊ BIBE ŞERÊ KOLANAN"

    Ji aliyê din ve, ji ber şêwaza avahî û kolanan, tê pêşbînkirin ku şer bibe şerê kolanan lewra sivîl her ji bajarî derdikevin. Li gorî amarên hikûmeta Iraqê, nêzîkî 150 hezar kesî ji rojavayê Mûsilê derketine û dudo ji sisiyan ji wan kesan li kampên awareyan ên li derveyî bajarî hatine bicihkirin.

    Di vê navberê de Serpel Nayîf El Zubeydî got ku Heşda Şeibî berî operasyona dawî ji bo stendina Tileferê, sewqiyata leşkerî şandine herêmê. Zubeydî ragihand ku Heşda Şeibî barîkat çêkirine daku nehêle ti êrîş li dijî van sewqiyatan pêk were.

     

    Bi heman mijarî:

    Gorek komî yê nû li Mûsilê hat dîtin
    McGurk: Hemû endamên DAIŞê yên li Mûsilê wê werin kuştin
    Tenê ji sedî 20ê Mûsilê di destê DAIŞê de maye
    Artêşa Iraqê taxa Bab El Tobê ya Mûsilê dorpêç kir
    Artêşa Iraqê li Mûsilê 2 taxên din ji destê DAIŞê deranîn.
    Fermandarekî Artêşa Iraqê: Ebûbekîr El Bexdadî û 6 kesên bi wî re ji Mûsilê reviyane
    'Artêşa Iraqê nîvê rojavayê Mûsilê kontrol kir'
    Etîketan:
    DAIŞ, Nayîf El Zubeydî, Ebdulemîr Reşîd Yarallah, Iraq, Mûsil
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de