08:01 24 Tebax 2017
Zindî
    Iraklı Şii lider Mukteda El Sadr

    Serokê Şîa Sadr peyama 'berxwedana çekdarî' da

    © REUTERS/ Alaa Al-Marjani
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 4531

    Serokê Şîayên Iraqî Muqteda el Sadr diyar kir ku ger hêzên biyanî piştî DAIŞê li Iraqê bimînin, ew ê li dijî wan hêzan dest bi berxwedanê bikin.

    Cîgirê Leşkerî yê Sadr Ebu Dua Îsavî li navçeya Kûfe ya girêdayî bajarê Necefê daxuyaniyeke çapemeniyê da û got, "Dewletê ji bo ku bi DAIŞê re têbikoşe bangî hêzên biyanî kir. Ger ev hêz piştî DAIŞê li Iraqê bimînin, ew ê li dijî wan dest bi berxwedana çekdarî bikin."

    Cîgirê Sadr Îsavî bal kişand ser xwepêşandanên li dijî hikûmetê jî û got, "Xwepêşandanên me berdewam dikin. Serokê me Sadr wê vê roja îniyê li Qada Tahrîrê ya Bexdayê xîtabê xwepêşandanan bike."

    Alîgirên Muqteda el Sadr her rojên îniyê li Qada Tahrîrê ya Bexdayê li hev kom dibin û ji bo kêmasiya xizmeta li welêt û têkoşîna li dijî gendeliyê li dijî hikûmetê xwepêşandanan li dar dixin.

    ALÎGIRÊN SADR BI SER OFÎSA SEROKWEZÎRIYÊ DE GIRTIBÛN

    Xwepêşanderên alîgir ên serokê Şîa di 30ê Nîsanê û 20ê Gulana 2016an de li Bexdayê Herêma Kesk a ku avahiyên hikûmetê lê ne derbas kiribûn û bi ser ofîsa Serokwezîriyê û avahiya parlamentoyê de girtibûn.

    Li Herêma Kesk a li Bexdayê li gel Qesra hîkûmetê ya Serokwezîriyê, parlamento, avahiyên îstixbarat û saziyên girîng ên fermî, balyozxaneya Amerîkayê û gelek balyozxaneyên welatên din jî lê cih digirin.

    Bi heman mijarî:

    Tevgera Sadr bernameyek piştî şerê DAIŞê amade kir
    Hêzên ewlekariyê gule bera alîgirên Sadr da: 7 kes mirin
    Ji Sadr bo Trump: Pêşî hûn hemwelatiyên xwe ji Iraqê vekişînin
    Muqteda Sadr li hemberî Tirkiyê bangewaziya xwepêşandanan kir
    Etîketan:
    Mûqteda el Sadr, peyam, berxwedana çekdarî, Cîgirê Leşkerî yê Sadr, Ebû Dua Îsavî, Iraq, Kûfe, Necef
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de