20:46 23 Tebax 2017
Zindî
    leşkerên amerîkî

    ‘Li Iraqê hejmara leşkerên hêzên koalîsyonê dê werin kêmkirin'

    © AFP 2017/ Ali al-Saadi
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 1740

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di axaftina xwe de ragihand ku piştî operasyona rizgarkirina Mûsilê ji DAIŞê wê hejmara leşkerên hêzên koalîsyonê li Iraqê werin kêmkirin.

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di axaftina xwe ya saziyên medyaya cihanê de got: "Piştî ku me rêxistina terorîst a DAIŞê ji holê rakir divê hejmara leşkerên koalîsyonê jî werin kêmkirin. Piştî ku DAIŞê 10ê Hezîrana 2014an bajarê Mûsilê bi dest xist Nurî Maliki bangî hêzên Amerîkayê kiribû. Lê hikûmeta heyî ev tekoşîna dijterorê derxiste asta navneteweyî."

    LI IRAQÊ 5 HEZAR LEŞKERÊN AMERÎKÎ HENE

    Heyder Ebadî di berdewamiya axaftina xwe d got: "Li nava axa Iraqê bi temamî 5 hezar leşkerên amerîkî hene. Em dixwazin ev leşker artêş û hêzên me yên ewlehî perwerde bike. Ne tenê Amerîka ji hemû hevalbendên xwe diwazin ku li gorî standardan artêş û hêza ewlehî perwerde bikin. Niha li Enbar, Nînova, Salahaddin û li Bexdayê me dest bi perwerdeya polêsên herêmî kir. Em ê vê perwerdehiyê li hemû bajarên Iraqê pêk bînin. Hêza tekoşîna dijteror û artêş jî wê tevlî vê bibe."

    Bi heman mijarî:

    Ebadî: "Komkujiya Helebce delîla herî mezin a zilma Partiya Beasê ye"
    Ebadî û nûnerê Barzanî bi hevre wê ligel Trump bicivin
    Serokwezîrê tirk: Ez li pêvajoya kampa Başîkayê bi Ebadî re axivîm
    Wezareta Iraqê: Haya me ji peymana di navebra YNKê û Ebadî de tune ye
    Ebadî: Di navbera Pêşmerge û Artêşa Iraqê de hemahengiyeke baş heye
    Etîketan:
    Serokwezîrê Iraqê, Nurî Malikî, Heyder Ebadî, Mûsil, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de