12:48 25 Adar 2017
Zindî
    Heyder Ebadî

    Ebadî: "Komkujiya Helebce delîla herî mezin a zilma Partiya Beasê ye"

    © AP Photo/ Hadi Mizban
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 3952

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî îro bi boneya salvegera Komkujiya Helebceyê peyamek weşand.

    Helepçe
    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Ebadî di peyama xwe ya ku weşand de wiha got: "Îro bi xemgîniyeke mezin, em ji tawanên rejîma dîktator, Helebceyê bi bîr tînin. Bi hezaran kurdên bêguneh ên iraqî, di vê pêvajoya komkujiyê de bûne mexdûrên êrîşên kîmyayî. Bermahiyên vê tawanê hêj berdewam e û ev komkujî delîla herî mezin a zilma Partiya Beasê ye."

    Ebadî diyar kir ku îro em bi azadî, pirrengî û bi demokrasiyê dijîn. Em hêvîdar in, welatekî ku siberoja wî ronahî ye, ava bikin.

    Ebadî ji bo şehîdên Helebceyê rehma Xwedê û ji bo malbata wan jî sersaxî xwest û got: "Kesên ku li dijî gelê me ev tawan kirine, heta ku cihan hebe, bi rûreşî dê werin bîra mirovan. Bibîranîna vê rojê, hêza me dê zêdetir bike û têkoşîna me ya bi awayekî yekbûyî dê berdewam bike û rastbûna me jî bilindtir bike."

    Bi heman mijarî:

    Mesûd Barzanî ji bo salvegera Komkujiya Helebceyê peyamek weşand
    Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi mijara Helebceyê li hev dicive
    Pilingekî kêmpeyda li çiyayê Helebceyê hat dîtin
    Rêxistineke Koreya Başûr li Helebceyê komeleyeke perwerdehiyê ava dike
    "Li Helebceyê 5 çekdarên nenas hatin kuştin"
    Peyamnêrê ku Helebce da bihîstin Ozturk: ‘Rêya herî xurt a danasîna serxwebûnê, çand e'
    Etîketan:
    bêguneh, kimyewî, salveger, çek, kurd, komkujî, Heyder Ebadî, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de