02:54 20 Mijdar 2017
Zindî
    Leşkerên Amerîkayê - Minbic

    Amerîkayê leşker û wesayîtên zirxî yên nû şandin Minbicê

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 11271

    Amerîka hêzek leşkerî yên din şand Minbicê. Rayedarekî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ku girêdayê Hêzên Sûriye ya Demokratîk (HSD) ji Sputnikê re axivî û ragihand ku Amerîka 200 leşker bi wesayîtên zirxî ve şandinê Minbicê û li bakurê Minbicê bicih kirine da ku hêzên Tirkiye û ASAyê êrişî wan deveran nekin.

    Hikmet Durgun

    Li gorî agahiyên ku hatin wergirtin Amerîka wesayîtên zirxî û leşker şandine bajarê Minbicê ku dikeve bakurê Helebê ku sala borî ji aliyê Hêzên Sûriyeyê Demokratîk ku hêza sereke ji YPGê pêt tê ve ji rêxistina terorîst a DAIŞê rizgar kiribû. Hate eşkere kirin ku Amerîka hêza nû bi armanca ku Tirkiye û Artêşa Sûriye ya Azad (ASA) êrişî gundê bakurê bajêr nekin bicih kirine.

    'AMERÎKA BO PARASTINA MINBICÊ DÊ ZÊDETIR ALÎKARÎ BIŞÎNE'

    Rayedarekî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ku girêdayê HSDê ye derbarê mijarê de ji Sputnikê re axivî û da zanîn ku Amerîka di demek nêz de 200 leşkerên xwe bi wesayîtên zirxî ve şandine Minbicê û got: "Amerîka 2 hefte berê li hemberî êrişên hêzên tirk û ASAyê leşker, wesayîtên zirxî û çekên giran şandibû Minbicê. Di demek nêz de dîsa 200 leşker û wesayîtên zirxî şand Minbicê.

    HSD - HSDê
    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Lewre hewcedarî heye. Hêj jî Artêşa Tirkiyeyê û ASAyê êrişî gundên rojavayê Minbicê dikin. Kerwana nû yê Amerîkayê li gundên bakurê bajêr hatin bicihkirin. Hêzên Koalîsyona navdewletî û Amerîkayê ragihandin ku bo parastina Minbicê dê zêdetir leşker û alîkarî bişînin."

    Baregehên leşkerî li bajarên Minbic, Şedadê, Girê Spî, Hol, Heseke, Rimelan û Kobaniyê ya Amerîkayê hene ku ev herêm girêdayê Rêveberiya Xweser in.

    Bajarê Minbiçê di sala 2012an de di bin kontrola ASAyê de bû û di sala 2014an de jî ket bin kontrola DAIŞê. Hêzên Sûriye ya Demokratîk di 12ê Tebaxa 2016an de ji DAIŞê rizgar kiribû.

    Bi heman mijarî:

    Esad: Rizamendiya me tine ku leşkerên DYAyê li Minbicê bin
    Erdogan ji bo Minbicê: Em ji hevpeymanê hevkariyê dixwazin
    Komên ku Tirkiye piştgiriya wan dike êrişî Minbicê kirin
    “Êrîşa li ser Minbicê tê wateya êrîşa li ser Sûriyeyê”
    Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Şervanên me tankeke Artêşa Tirkiyeyê ruxand
    Canikli: Bi ya me li Minbicê armanca Amerîka û Rûsyayê jî heman e
    Etîketan:
    ASA, zirxî, wesayît, HSD, leşker, êriş, DAIŞ, Sputnik, Minbic, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de