21:37 23 Gulan 2017
Zindî
    Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîka yê têkoşîna li dijî DAIŞê Brett McGurk

    McGurk: Hemû endamên DAIŞê yên li Mûsilê werin kuştin

    © REUTERS/ Muhammad Hamed
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 1031

    Nûnerê Taybet ê Têkoşîna li Dijî DAIŞê yê Serokê Amerîkayê Brett McGurk diyar kir ku di operasyona Mûsilê de rêya derketinê ya dawiyê jî li DAIŞê hatiye girtin û wê tavilê têk biçin.

    Nûnerê Taybet ê Têkoşîna li Dijî DAIŞê yê Serokê Amerîkayê Brett McGurk li Balyozxaneya Amerîka ya li Bexdayê li ser hebûna DAIŞê ya li Iraqê û di derbarê operasyona Mûsilê de daxuyanî da rojnamegeran.

    McGurk di daxuyaniya xwe de got, "DAIŞ li Iraqê her roj têk diçe. Hêzên Iraqê bi piştgiriya hêzên hevpeymanê 50 hezar kîlomitroya çargoşeyî ji DAIŞê girt. Ev jî li beramberî ji sedî 65ê axa di bin kontrola DAIŞê de tê."

    ‘DAIŞ WÊ TAVILÊ TÊK BIÇE'

    McGurk anî ziman ku hêzên hevpeymanê ji artêşa Iraqê û hêzê dijterorê 90 hezaran perwerde dike û wiha axivî: "Di encama êrîşên hewayî yên hêzên hevpeymanê de ji qadroya rêveberiya DAIŞê 180 kes hatin kuştin, xeta sotemenî ya rêxistinê hat birîn û çûna milîtanên biyanî hat astengkirin. DAIŞ niha di bin dorpêçê de ye û tavilê wê têk biçe."

    McGurk diyar kir ku artêşa Iraqê derdora Mûsilê dorpêç kiriye û rêya ku derdikeve derveyî bajêr jî hatiye kontrolkirin û got, "Derdora DAIŞê hat dorpêçkirin. Hemû endamên wê yên li Mûsilê wê werin kuştin."

    ​McGurk da zanîn ku piştgiriya ji bo Iraqê yek ji mijarên herî sereke yên ewlehiya Amerîkayê ye û got, "Peywendiyên me yên li gel Iraqê berdewam dikin."

    ‘SERDAN EBADÎ YA JI BO AMERÎKAYÊ WÊ BIBE DÎROKÊ'

    Heyder Ebadî
    © REUTERS/ Jonathan Ernst
    McGurk da zanîn ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî wê biçe Amerîkayê û wê li gel Trump bicivê û dest nîşan kir ku ev serdan wê serdaneke dîrokî be.

    McGurk di axaftina xwe de bal kişand ser serdana Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûdî Adil Cubeyr û ev wek ‘gaveke pir baş' bi nav kir û got, "Tişta ji vê yekê jî baştir ew e ku Wezîrê Karên Derve yê Iraqê wê biçe Erebistana Siûdî. Em piştgiriyê didin vê serdanê. Em hêvî dikin ku wê ji niha û pê de tiştên erênî biqewimin."

    ​McGurk duh çûbû Bexdayê û li wir li gel Ebadî û bi Serokê Parlamentoya Iraqê Selim el-Cuburi û Wezîrê Parastinê yê Iraqê Îrfan Xeyalî civiyabû.

     

    Bi heman mijarî:

    Tenê ji sedî 20ê Mûsilê di destê DAIŞê de maye
    Erebeya bombebarkirî ya DAIŞê hat teqandin
    Safîn Dîzeyî: Di şerê DAIŞê de me hezar û 700 şehîd dane
    Artêşa Iraqê li Mûsilê 2 taxên din ji destê DAIŞê deranîn.
    Gumanbarê DAIŞê yê êrîşa Taksîmê 'ji ber sedemên tenduristî' hat tehliyekirin
    Wezîrên 68 welatên Hevpeymaniya Dijî DAIŞê dicivin
    Etîketan:
    endam, kuştin, Nûnerê taybet ê Amerîka yê hevpeymana têkoşîn a li dijî DAIŞê, DAIŞ, Brett McGurk, Bexda, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de