22:32 25 Adar 2017
Zindî
    Leşkerên Amerîkayê

    2 hezar leşkerên Amerîkayî gihîştin Iraqê

    © AFP 2017/ Ali al-Saadi
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 4221

    Berpirsekî leşkerên Iraqê diyar kir ku 2 hezar leşkerên Amerîkayê gihîştine baregeha leşkerên Amerîka ya li bajarê Enbarê.

    Li gorî agahiyên Ajansa Anadoluyê berpirsekî leşkerên Iraqê yê ku nexwest navê xwe bide, diyar kir ku ji bo di şerê li dijî DAIŞê de piştgiriya hêzên Iraqê bikin, 2 hezar leşkerên Amerîkayî gihîştine baregeha leşkeran a li Eyn Esed a li bajarê Enbarê.

    Her wiha wî berpirsê diyar kir ku ew leşker wê ji bo kontrolkirina devera baregeha leşkerî ya li Eyn Esedê û navçeya Qaîm û li rojavayê parêzgeha Enbarê piştgiriyê bidin hêzên Iraqî.

    Tê gotin ku li Iraqê niha nêzîkî 4 hezar leşkerên Amerîkayî hene, ku li çend baregehên leşkerî hatine bicihkirin û di şerê li dijî DAIŞê de piştgiriya hêzên Iraqê û Kurdistanê dikin.

     

    Bi heman mijarî:

    Amerîkayê leşkerên xwe li Bulgaristanê bi cih kir û bi 10an tank di rê de ne
    Pisporê rûsî: ‘Çima DAIŞ hindik êrişê leşkerên Amerîkayê dike'
    Amerîkayê li Mûsilê "bi şaşî" li leşkerên iraqî xist: 90 mirî
    ‘Leşkerên Amerîkayê gihiştin herêma li ser sînorê Sûriye û Iraqê'
    Li Urdunê 3 leşkerên Amerîkayê hatin kuştin
    Sûriye: Tomarên deng ên leşkerên Amerîkayê yên bi DAIŞiyan re di destên me de ne
    ASAyê ala Amerîkayê şewitand û leşkerên Amerîkayê protesto kirin
    Etîketan:
    baregeh, leşker, Ajansa Anadoluyê, Enbar, Amerîka, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de