11:20 25 Hezîran 2018
Darvekirin - Îdam

Bi dehan aktîvîst û parêzerên kurd daxwaza efûyê ji Xemaney kirin

© Flickr / Jaime Pérez
Îran
Lînkê kurt
0 0 0

Bi dehan parêzer û aktivîstên siyasî û sivîl ên kurd û îranî, nameyek ji rêberê Îranê, Elî Xemaneyî re şandine û daxwaz ji wî kirine ku biryara bidarvekirina girtiyê siyasî yê kurd Ramîn Husênpenahî hilweşîne.

Di nameya wan parêzer û çalakvanên siyasî û sivîl ên Kurd û îranî de hatiye, ku Ramîn Husênpenahî, ne heqê wî ye, ku bihê darvekirin û hêvî dikin ku Xemaneyî biryara lêbihorîna Husênpenahî bide û di vê cejnê de malbat û kesûkarên wî û xelkê Kurdistanê kêfxweş bike.

Parêzerê Husênpenahî, Husên Ehmedînaz dibêje, ew hatine haydarkirin ku dê piştî cejna Remezanê, cezayê bidarvrkirina Ramîn Husênpenahî were bicîkirin. Pêştir di destpêka meha Gulanê de jî, Rêxistina Lêborîna Navnetewî bang li hikûmeta Îranê kiribû ku cezayê darvekirinê yê Ramîn Hisênpenahî rabigire.

Rêxistina Lêborîna Navnetewî herwiha di daxuyaniya xwe de gotibû, ku proseya dadgehîkirina wî girtiyê siyasî yê kurd bi awayekê nedadperwerane birêveçûye û zor li wî hatiye kirin, ku îtirafan li ser xwe bike, lê belê ji ber ku Ramîn Hisênpenahî ew yek qebûl nekiriye, rayedarên îranî yên zîndanê, ew xistine nav jûreke takekesî.

Bi heman mijarî:

Malbata Ramîn Husên Penahî bang li civaka navdewletî kir
Îranê biryara îdama Ramîn Husên Penahî da
Etîketan:
daxwaza raswestandina îdamê, Ramîn Husênpenahî, Iran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de