21:57 24 Hezîran 2018
Hêzên Ewlekariya Îranê

Parlamenterê Mahabadê: 160 kolberên kurd bi destê Îranê hatin kuştin

© AFP 2018 / AHMAD AL-RUBAYE
Îran
Lînkê kurt
0 0 0

Parlamenterê Mahabadê Celal Mehmûdzade di axaftina xwe de ragihand ku tenê di sala borî de 160 kolberên kurd bi destê hêzên îranî hatin kuştin.

Li gor malpera Hengaw,ê tenê di meha borî de 5 kolberên kurd bi destê hêzên îranî hatine kuştin û 14 kolberên din jî birîndar bûne. Wê malperê diyar kiriye ku piraniya kolberên bûne qurbanî ji navçeyên Serdeşt, Şino û Pîranşarê ên Kurdistanê ne.

Di du mehên borî de rêjeya qurbaniyên li sînorê Urmiye, Sine û Kirmanşanê yê bi Herêma Kurdistanê re bi awayekî berbiçav zêde bûye. Ev di demekê de ye, ku berî demekê parlemanto û hikûmeta Îranê biryara rêkxistina kolberiyê dabû û soza parastina kolberên ku moletên wan hene jî dabû.

Herwiha nûnerê Mahabadê yê Parlemantoya Îranê Celal Mehmûdzade di hevpeyvîna xwe ya K24ê de got: "Tenê di sala borî de 160 kolberên kurd ji aliyê hêzên ewlekariya Îranê û gule berdana wan a rasterast ve hatine kuştin."

Heta niha ti aliyekî ewlekarî û siyasî yê hikûmeta Îranê li hember kuştina kolberan helwest negirtine. Li parlemantoyê pirsa kolberan germ dibe, lê heta niha ti biryarek derneketiye.

Bi heman mijarî:

De Mistura: Îran û Tirkiye damezirandina lijneyke destûra Sûriyeyê gotûbêj dikin
‘Eger Îran were dorpêçkirin wê temamê herêmê têkeve metirsiyê'
Serokê Meclisa Libnanê: Heta Sûriye rizgar nebe, Îran û hizbulah dernakevin
Fransa: Îran nêzê xeta sor dibe
Netanyahû: Îran eniya nûkleerî ji bo jinavbirina Îsraîlê dixwaze
Îran: Em piştgiriya hewlên Rûsyayê yên ku ji bo Şamê dide dikin
Etîketan:
160 kolberên kurd hatin kuştin, Celal Mehmûdzade, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de