13:31 23 Hezîran 2018
Darvekirin - Îdam

Hastaga betalkirina cezayê îdamê yê Penahî ket rojevê

© Flickr / Jaime Pérez
Îran
Lînkê kurt
0 0 0

Biryar e dadgeha Îranê biryara îdamkirina ciwanê kurd Ramîn Hûsên Penahî piştî cejna Remezanê bêyî ku malbatê û parêzeran agahdar bike, bicih werîne.

Dadgeha Îranê beriya bi demekê cezayê darvekirina Penahî piştî bertekên navnetewî rawestandibû. Lê belê piştî pesendkirina biryara îdamê û gihîştina ber destê girtîgeha Sineyê hat ragihandin ku dê Penahî piştî cejna Remezanê were darvekirin.

​Li dijî vê biryara Îranê li ser medya civakî ji bo betalkirina cezayê îdamê yê Penahî bi hastagên (#RaminHosseinPanahi #StopExecutionOfRamin #SosRamin) kampanyayek hat destpêkirin ku ket rojevê.

​Ramîn Husên Penahî kurdekî ji bajarê Sineyê yê Kurdistana Îranê ye û bi tohmeta ‘endamtiya partiya Komeleyê' hat dadgehkirin û Dadgeha Şoreşa Îslamê ya li Sineyê biryara darvekirina wî daye.

Bi heman mijarî:

Iraq: Hevpeymana Fetîh û Dewleta Yasa li ser Ebadî li hev kirin
Li Stenbolê operasyona berêvarê: 10 kes hatin binçavkirin
Makedonyayê navê xwe guherand
Li Fransayê kesekî du kes hêsîr girtin
Putin ji bo siberoja Rûsyayê got: Her tişt dê xweş be
Tirkiyê doz li fermandarê YPGê vekir
Etîketan:
Ramîn Husên Penahî, îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de