04:31 22 Hezîran 2018
Qasim Silêmanî

Silêmanî: Hizbullah ji partiyeke berxwedanê bû hikûmeteke berxwedanê

© AFP 2018 / ISNA/MEHDI GHASEMI
Îran
Lînkê kurt
0 0 0

Fermandarê Hêza Qudsê yê Pasevanên Şoreşa Îranê Qasim Silêmanî got, Hizbullaha Libnanî ji eslê 128 kursiyên parlamentoya Libnanê, 74 kursî bi dest xistin ku ev jî wê bi 'partiyeke berxwedanê' dike 'hikûmeta berxwedanê.'

Qasim Silêmanî
© AFP 2018 / ISNA/MEHDI GHASEMI
Li gorî Ajansa Mehrê, Silêmanî di vê mijarê de wiha gotiye: "ev cara yekem e ku Hizbullah 74 kursî ji eslê 128 kursiyên li parlamentoya Libnanê bi dest xistine li gel ku Erebistana Siûdî 200 milyon dolar di van hibijartinê li ser alîkarên xwe xerç kirin û bi vê encamê Hizbullah bû ji partiyeke berxwedanê bû hikûmetek berxwedanê li Libnanê."

Herwiha li gorî Silêmanî, piraniya hikûmetên erebî û dewletên Meclisa Hevkariya Kendavê ya Erebî ku Erebistana Siûdî jî di nav de ye û 'cahil hikim li wan dikin' rabûne û ' bişereftirîn û serfiraztirîn tevgera islamî xistiye lîsteya terorê" û li gel navê terorîstan navên wiha danîne ku dilê misilmanan xweş dike we nacê Sekreterê Giştî yê Hibzullah Hesen Nesrullah.

Bi heman mijarî:

Amerîka ji bo Hizbullahê biryara mûeyîdeyên nû distîne
Îsraîlê êrişî Sûriyeyê kir: Fermandarekî Hizbullahê hat kuştin
Sazkerekî Hizbullahê li Sûriyeyê hate kuştin
Fermandarê Hizbullahê Ebu Elî el Neqîb li Helebê hat kuştin
23 çekdarên Hizbullahê li Sûriyeyê dîl hatin girtin
Etîketan:
Hizbullah, Hesen Nesrullah, Qasim Silêmanî, Libnan, Erebistana Siûdî, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de