19:12 23 Hezîran 2018
Rafsancanî

"Refsencanî berî mirinê navê kesên ku dixwestin wî bikujin da'

© AP Photo / Vahid Salemi
Îran
Lînkê kurt
0 0 0

Şêwirmendê serokomarê berê yê Îranê Haşimî Refsencanî di malpera nûçeyî ya Ensafnews de ragihand ku Refsencanî ne bi mirinek normal wefat kir.

Şêwirmendê serokomarê berê yê Îranê Haşimî Refsencanî Xulamelî Recayî di axaftina xwe de got: "Ez ne sîxur, polis an asayîş im, lê dizanim di vê mirina Refsencanî de guman heye. Ne rawestandina dil û ne jî mirinek tendirustî bû."

Xulamelî Recayî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Rojek dê were, rastiya mirina Refsencanî dê eşkere bibe. Hîn 10 roj berî mirina xwe Refsencanî ji jina xwe Iffet Meraşî re gotiye ‘hin kes dixwazim min bikujin' û navên wan jî da ye."

Herwiha keça Refsencanî Faize Haşimî jî anîbû ziman ku di termê bavê wê de maddeya radyasyonê ya gelek bilind hebû ye. Birayê Refsencanî Mihemed Haşimî jî rojek piştî mirina birayê xwe gotibû birayê ji ber rawestandina dil wefat kir.

Bi heman mijarî:

Keça Refsencanî: Ez li dijî mecbûrîbûna sergirtinê me
Du partiyên Kurd ên Îranê ji bo Elî Ekber Refsencanî daxuyanî weşandin
Serokê Parlamentoya Kurdistanê ji bo Ayetûllah Refsencanî sersaxî xwest
Li gorî encamên nefermî Refsencanî û Ruhanî li pêşiyê diçin
Etîketan:
Serokomarê Îranê, Haşimî RefsencanÎ, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de