01:19 18 Hezîran 2018
Pêşmergeyên PDK-Î

Pêşmergeyan êrîşê leşkerên Îranê kir: 9 mirî û 17 birîndar

© Sputnik / Osman Başqali
Îran
Lînkê kurt
0 20

Hat ragihandin ku li nêzikî bajarê Şino yê bi ser parêzgeha Ûrmiyeyê di navbera pêşmergeyên PDK-Î û leşkerên Îranê de şer û pevçûn qewimî û di encamê de hejmareke leşkerên Îranê mirin û birîndar bûn.

Li gorî ragihandina NRTyê, spartiye malpera AvaTudehê îro roja şemê, serê sibehê li ser sînorê bajarê Şino yê bi ser parêzgeha Ûrmiyeyê komeke pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistanê — Îran (PDK-Î) êrîşê ser pasdarên Îranê kir û di encamê de şer û pevçûn rûda.

Hat diyarkirin ku di encama şer û pevçûnan de 9 leşkerên artêşa Îranê mirin û 17 leşker jî birîndar bûn lê derbarê ziyanên pêşmergeyan de ti agahî nehatin belavkirin.

Ji aliyê din ve di nûçeyê de hat gotin ku berpirsên PDK-Î yên li parêzgeha Silêmanî ya Herêma Kurdistanê ev aagahî red kir û got, ji aliyê navenda PDK-Îyê ve ti daxuyanî nehatiye belavkirin.

Bi heman mijarî:

Sputnik Kurdistanê wêneyên pêşmergeyên PDK-Î berhev kirin
PAK û PDK-Î li hevdu civiyan
Sekreterê Giştî yê PDK-Î û Kosret Resûl hevdîtin pêk anîn
PDK-Î: Em ê çalakiyên xwe yên li dijî Îranê xurtir bikin
Etîketan:
pasdar, PDK-Î, Ûrmiye, Şino
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de