09:48 23 Hezîran 2018
Leşkerên Îranê

Pasdarên Îranê dîsa êrişî kolberên kurd kirin: 3 kuştî û 3 birîndar

© AFP 2018 / ISNA / HOSSEIN HOSSEINZADEH
Îran
Lînkê kurt
0 01

Pasdarên Îranê li ser sînorê navbera Îran û Herêma Kurdistanê êrişî kolberên kurd kirin. Di encama êrişê de 3 kolber hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Rêvebirekî leşkerî yê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) di daxuyaniya xwe de ragihand ku hejmarek ji kolberên Rojhilatê Kurdistanê li sînorê Pîranşarê derbasî Kurdistanê dibûn û li herêma Balekatî ketin kemîna Pasdarên Îranê. Di encamê de 3 kolber hatin kuştin û yekî jî birîndar bû.

Li gor daxuyaniya rêvebirê PDKÎyê yek ji wan kolberên hatine kuştin bi navê Esed Sor e û xelkê Konexanê ye û birayê wî jî birîndar bûye. 2 kolberên din jî xelkê Urmiyê ne, lê ta niha navên wan nehatine zanîn.

Herwiha berdevkê Polîsê Soran Hawar Ergoşî di daxuyaniya xwe de ragihand ku herêma Kêleşînê ji aliyê Pasdarên Îranê ve hatin topbarankirin. Di heman demê de jî bi doşka teqe lê hatin kirin û di encamê de 2 kolber birîndar bûn.

Bi heman mijarî:

2 Kolberên kurd rastî êrişa pasdaran hatin, yek jê bi giranî birîndar bû
Vê carê kolberên kurd ji mirinê rizgar bûn, lê hespên wan dîsa hatin kuştin
Kolberên kurd dîsa rastî êrişê hatin: 2 kuştî û 2 jî birîndar
Pasdarên Îranê 2 kolberên kurd kuştin
Ji ber kuştina kolberên Kurd xelkê bi ser qaymeqamtiyê de girt
Etîketan:
Kolberên kurd hatin kuştin, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de