04:57 22 Hezîran 2018
Tesîsên atomî  (nukleerî) yên Îranê

Salihî: Me dîrektîfa Xemaney a destpêkirina nûkleerê bi cih anî

© AFP 2018 / BEHROUZ MEHRI
Îran
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Saziya Enerjiya Atomî yê Îranê Elî Ekber Salihî di axaftina xwe de ragihand ku me dîrektîfa Xemaney a destpekirina nûkleerê îro xiste meriyetê.

Serokê Saziya Enerjiya Atomî yê Îranê Elî Ekber Salihî di axaftina xwe de got: "Piştî dîrektîfa Xemaney ji îro pêve di enerjiya nûkleerî de ji bo em bigihîjin 190 SWAyê me xebat dane destpêkirin. Ev xebata ku me daye destpêkirin ketiyen ne li djî peymana nûkleerî ye. Îran bi soza xwe ya peymanê ve girêdayî ye, lê peymaneke kem jî qebûl nake."

Elî Ekber Salihî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Enerjiya nûkleerî rast û şaş ji du hêlan ve dikare were bikaranîn. Derdekî Îranê ku çeka nûkleerî bi dest bixe tuneye. Hêzên rojavayî ji enerjiya nûkleerî çekan b dest dixin, lê Îran dixwaze di warê elektrîk û sotemeniyê sûdê wergire."

Salihî di dirêjiya axaftina xwe de got: "Destê me li ser tetîkê ye û divê em biryara rayedarên me yên bilind ihmal nekin. Ji bo vê em ê li tesîsa Natanzê dest bi hilberîna santrîfujên nû bikin. Herwiha dizayna reaktora Erakê jî bi temamî qediya."

Bi heman mijarî:

Ji Xamaney bersiva Trump: Hilberîna atomî 190 hezar santrîfujan zêde bikin
Rûsya seeta herî dirust a atomî çêdike
Rûhanî: "Dewletên rojava ji soza xwe vegerin em ê dîsa dest bi bernameya atomî bikin"
"21 bombeyên atomî yên Korêya Bakur hene"
Keştiya balafiran a atomî ya Amerîkayê li Koreya Başûr e
Etîketan:
Serokê Saziya Enerjiya Atomî yê Îranê, Elî Ekber Salihî, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de