20:24 20 Hezîran 2018
Tesîsa Veguherîna Ûranyûmê ya li Esfehanê

Îranê plana zêdekirina kapasîteya dewlemendkirina ûranyûmê ji NYyê re ragihand

© AFP 2018 / Behruz Mehri
Îran
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Saziya Enerjiya Atomî ya Îranê Elî Ekber Salihî diyar kir ku welatê wî ji Ajansa Enerjiya Atomî ya Navdewletî re ragihandiye ku dê plana xwe ya bilindkirina kapasîteya dewlemendkirina ûranyûmê bide destpêkirin.

Salihî got ku Îranê ji Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî ya ku di nava Neteweyên yekbûyî de bi awayekî serbixwe dixebite re ragihandiye ku plana xwe ya zêdekirina kapasîteya dewlemendkirina ûranyûmê daye destpêkirin.

"BELKÎ EM SIBE VEKIRINA SANTRIFÛJIYAN RAGIHÎNIN"

Rayedarê îran got, "duh nameya behsa destpêkirina hinek çalakiyên diyar dike ji ajansê re hat şandin."

Li gorî nûçeya Ajansa Farsê ya nêzîkî muhafezekaran, Salihî gotiye: "Eger merc pêk werin, belkî em sibe vekirina navenda hilberandina santrifûjiyan a nû li Natanzê ragihînin."

"XEBATÊN NÛKLEERÎ DI ÇARÇOVEYA PEYMANA SALA 2015AN DE YE"

Herwiha Salihî gotku tesîsa Îranê ya li Nantanzê bingehê hilberandina elektirîk bi pêş de dixe û teqez kir ku xebatên nûkleerî yên Îranê di çarçoveya peymana (JCPOA) de ne ku sala 2015an li gel welatên P5+1ê de ye.

Alîkarê Serokê Saziya Enerjiya Atomî ya Îranê Behrûz Kemalwendî berî Salihî daxuuyaniyek dabû û gotibû ku ji îro û pê ve,dest bi xebatên zêdekirina kapasîteya hilberandina F6 (uranyum hexaflorid) û UF4 (uranyum tetraflorid) dikin û dê têkilîdarî vê mijarê jî nameyekê ji Ajansa Enerjiya Atomî ya Navdewletî re bişîne.

Ji aliyê din ve, Serokê Dînî yê Îranî Ayetûllah Elî Xameney talîmat dabûn ku li gorî peymana Saziya Enerjiya Atomî ya Îranê ya sala 2015an amadekariyên hilberandina 190 hezar santrîfûjan dest pê bike.

 

Bi heman mijarî:

Artêşa Îsraîlê bo Îranê: Li heremê rakeşiyê aloztir nekin
Rûsya: Li beramberî Amerîkayê be jî, em ê peywendiyên xwe bi Îranê re xurt bikin
Ji Amerîkayê bo Îranê dorpêçên nû
Erdogan û Pûtîn li ser mijara Îranê axivîn
Netanyahû: Îranê xeta sor dabezand
Bahreyn: Mafê Îsraîlê heye ku li hemberî Îranê xwe biparêze
'Îsraîl dixwaze ku Erebistana Siûdî ji qula xwe derkeve û şerê Îranê bike'
Rûsya: Biryara ‘vekişandina Amerîkayê ji peymana nukleerî' ya bi Îranê re xeletî ye
Etîketan:
Ajansa Enerjiya Atomî ya Navdewletî, Ayetûllah Elî Xameney, Behrûz Kemalwendî, Elî Ekber Salihî, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de