23:07 21 Hezîran 2018
Ala Îranê - Tehran

Şirketa frensî jî xebatên xwe yên li Îranê rawestandin

© Sputnik / Sergey Mamontov
Îran
Lînkê kurt
0 0 0

Grûba Peugeot û Citroena frensî jî di daxuyaniya xwe de ragihand ku hetanî 6ê Tebaxê xebatê xwe yên li Îranê radiwestînin.

Leşkerên Îranê
© AFP 2018 / ISNA / HOSSEIN HOSSEINZADEH
Grûba Peugeot û Citroena frensî jî di daxuyaniya xwe de got: "Piştî biryara vekişandina rêvebiriya Amerîkayê ya ji peymana nûkleerî me fealiyetên xwe yên li Îranê rawestandin."

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku rawestandina fealiyetên Îranê hevsengiya aborî xera nake, dahatuya hemû fealiyetên Îranê ji sedî 1ê kêmtir e. Eger Amerîka di mûeyîdeyên dijî Îranê de îsrar bike Peugeot wê fealiyetên xwe bi dawî bike.

Li gor agahiyan, Grûba Peugeot û Citroen bi piştgiriya hikûmeta Fransayê ji bo muafiyetê ji meqamên amerîkî bi dest bixe hevdîtinên xwe didomîne. Hinek şirketên alman û danîmarkî jî piştî biryara vekişandina peymana nûkleerî fealiyetên xwe ligel Îranê rawestandibûn.

Bi heman mijarî:

Îranê ava Kurdistanê birî, hikumeta Kurdistanê daxuyanî da
Li Îranê balafir ket
NATO: Em Îsraîlê li hember Îranê naparêzin
Hêzên girêdayî Îranê ji Sûriyeyê vekişiyan
Rûsya: Ji bo ku hêzên Îranê ji başûrê Sûriyeyê vekişin, rêkeftin pêk hat
Etîketan:
Grûba Peugeot û Citroenê, Fransa, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de